Mihrîcana Zarokan a Navçandî li Çand Amedê di roja sêyemîn de bi lîstokên Şanoya, lîstoka Pandomîmê û konserê bicoş dawî bû.
Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok 26ê Îlonê “Mihrîcana Zarokan” destpê kir. Mihrîcan di roja sêyemîn de li Navenda Kongreya Amedê ya ÇandAmedê berdewam kir. Gelek zarok û malbat tevlî mihrîcanê bûn.
Mihrîcana Zarokan di roja sêyemîn de saet 13.00an de bi Şanoya Bajarê Amedê lîstika “Keçelok” destpê kir. Mihrîcam piştî lîstika “Keçelok” saet 18.00an de bi şanoya Çîrokan a Moyo, Şowa Pandomîmê ya Îlker Kiliçer û Konsera Stranên Zarokan a Şubadapê berdewam kir.
Şano û Şowa Pandomîm temaşekirin. Piştî guhdarkirina Konsera Stranên Zarokan a Şubadapê bername ya Mihrîcana Zarokan bi coş dawî bû.