Amed – Bi înîsiyatîfa Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û ji gava ewil heya niha 11 meh derbas bûn. Ne siyaseta înkarê bi dawî bû, ne jî tecrîd rabû. Aştî ne bi desthilatê, dê birêxistinkirina civakî ve mîsoger bibe.
Şert û mercên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, dema Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna 1ê Cotmeha 2024an de destê parlamenterên DEM Partiyê girt û di axaftina xwe ya 22yê Cotmeha 2024an ya Meclisê de anî ziman ku ji bo mafê hêviyê sûd bigre, bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were Koma DEM Partiyê ya li Meclisê, bang li PKKê bike, PKK jî dest ji têkoşîna çekdarî berde û xwe fesix bike. Bi ser vê yekê di 23yê Cotmeha 2024an de piştî 43 mehan Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Têkildarî gavên Devlet Bahçelî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de wiha got: “Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.”
Banga Aştî û Civaka Demokratîk
Bang û kirinên Devlet Bahçelî ku emrê xwe bi dijminatiya Kurdan ve derbas kiriye bi şaşwazî hat pêşwazîkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşî li pêvajoyê veke di 27ê Sibata 2025an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bi bangê ve ji PKK xwest kongreya xwe pêk bîne, dest ji têkoşîna çekdarî berde, xwe fesix bike. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem li welat hem navneteweyî bi kelêcaneke mezin ve hatin pêşwazîkirin.
Kongreya fesixkirinê û şewitandina çekan
Bi ser bangê,PKKê di navbera 5-7ê Gulanê li du cihên cuda yên li Qadên Parastina Medyayê li 2 herêmên cuda, bi tevlibûna 232 delegeyên ve 12emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê neteweyî û navneteweyî wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Gelek dewlet li pey hev peyamên piştgiriyê dan û xwestin Tirkiye van derfetan ji bo çareseriyê baş binirxîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan yekem carê bi dîmena li ser malpera Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) peyam da û wiha got: “Ez banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk hêj diparêzim” da. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kadroyên PKK, KCK û PAJKê pêk dihat ku 15 jê mêr; 15 jî jin bûn, di 11ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Casena ya li bajarê Silêmaniyeyê ya li Başurê Kurdistanê, bi merasîmeke dîrokî, ji bo pêşî li pêvajoyê vekin, bi îradeya xwe ya azad ve çekên xwe şewitandin.
Avabûna komîsyonê û guhdarkirina mexdûran
Piştî biryar fesixê û şewitandina çekan, ji bo xebatên qanûnî amade bike û raya giştî agahdar bike di 5ê Tebaxa 2025an ji xeynî ÎYÎ Partiyê partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyon di civîna xwe ya ewilê de navê “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî” li xwe kir û li ser 12 xalên bingeha xebata xwe diyar dike, li hev kir. Ev yek ji bo pêvajoyê wek qonaxeke qanûnî hat diyarkirin û civakê bi rêjeyeke mezin piştgirî da pêvajoyê. Komîsyona piştî civîna ewil wezîrên parastin, karên hundirîn û sîxurtiyê guhdar kir bi dorê sazî û dezgehên malbatên leşker û polîsên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên pîşesaziyê, saziyên bazirganan, Dayikên Aştiyê, saziyên malbatên gerîlayên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên girtî û hikûmxwaran, saziyên çand û ziman, akademîsyen, saziyên sivîl ên civakî, hunermend û gelek derdorên cuda yên ji ber şer û pevçûnan mexdur bûne û çavdêriyên wan çêbûne guhdar kir.
Pêvajo bû benîştê devê desthilatê
Li ser banga Devlet Bahçelî 11 meh, ser ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoyê bi rê ve bibe 10 meh, li ser xwe fesixkirina PKKê nêzî 5 meh, li ser şewitandina çekan 2 meh û 19 roj, li ser avakirina Komîsyona Meclisê mehek û 25 roj derbas bûn. Li gel dema derbas bûye, operasyonên ewlehiyê kêm bûn lê bi dawî nebûn, li Kurdistan û Tirkiyeyê sepanên qeyûm berdewam kirin, ji bo CHPê ji pêvajoyê dûr bixin gelek operasyonên girtinê hatin kirin, li şaredarî û Serokatiya Stenbolê ya CHPê qeyûm hatin tayînkirin. Herwiha Komîsyona ji bo aştiyê pêk bîne hatiye avakirin, destûr neda Dayikên Aştiyê xwe bi zimanê Kurdî xwe bînin ziman. Anku heya niha ji xeynî çend hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin û guhdarkirina saziyên sivîl ên civakî, dewlet û hikûmeta AKPê ji bo aştiyê pêk bînin tu gavên şênber neavêtin. Lewma gel ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dike lê ji dewletê bawer nake. Wisa xuya dike ku dewlet dixwaze pêvajoyê ji demê re bihêle, hevî û hewldanên ji bo aştîyê vala derxîne.
Tecrîda li ser tecrîdê rabû, lê tecrîd didome
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî a 9ê Cotmeha 1998an, di 15ê Sibata 1999an de hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê rojê heya niha 26 sal derbas bûn. Di van salan de şer giran bû, krîzên civakî, aborî, tenduristî, siyasî, çandî û hwd. giran bûn. Yekem carê pêvajoyek ji yên beriya niha gelek cudatir dest pê kir û bi hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêş dikeve. Hem sermuzarekevan e, hem jî avakarê pêvajoyê ye. Ev yek ji hêla rayedarên MHPî ve jî tê qebûlkirin. Lê belê hêviya ku pirsgirêka sedan salan çareser bike di girtîgehê de di bin tecrîdê de tê ragirtin. Berê nedihiştin ku navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were gotin. Tecrîda li ser nav û aştiyê rabû lê tecrîda giran a fîzîkî bi hemû giraniya xwe ve didome. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya tê tecrîdkirin hêviya aştî û çareseriya demokratîk e.
Aştî bi civakîkirinê ve mîsoger dibe
Desthilat pirsgirêkan îdare dikin. Çareserkirina pirsgirêkan karê siyasetvanan e lê belê li Tirkiyeyê îdarekirina pirsgirêkan jî bûye amûra desthilatê ye. Ji ber dewlet hebûna li ser îmha û înkarkirina Kurdan ava kiriye. Tevî geşedanên di rojevê de rêjeyeke mezin a civakê piştgirî dide pêvajoyê. Bila neyê jibîrkirin ku Dayika Eren Bulbul Ayşe Bulbul ji ber piştgiriya pêvajoya telefona Hevserokê DEM Partiyê ya ji bo pîrozbahiya cejnê qebûl kir û xwest êdî tu dayîk ji ber şer û pevçûnan negirîn. Civak ji hemû deman zêdetir piştgirî dide pêvajoyê û daxwaza xwe ya aştiyê tîne ziman. Dibe ku desthilat hesabên xwe yên hilbijartinê jî bike lê belê pêvajoyên aştiyê bi desthilatê bêhtir di navbera gelan de çêdibe û aştî di nav civakê de tê birêxistinkirin. Gelo dê vê yekê kê pêk bîne. Tu kes nikare xwe derveyî pê pêvajoyê bigre. Aştî di nav civakê de dema hat rêxistinkirin wê bê, ne bi xêra desthilatê.