Amed – Derhênera belgefîlma “Stêrka Li Ser Xetê” ku yek ji belgefîlmên ji Festîvala FîlmAmedê re hate hilbijartin Bêrîvan Sarûhan diyar kir ku sînemaya Kurdî hem di qada navneteweyî de hem jî li Kurdistanê li gel nasname, çand û zimanê Kurdî ji pêşerojê re hafizayekê dihêle
Sînemaya Kurdî tenê cih nade mexdûriyet, êş û keserê di heman demê de bi hemû rengên cîhanê bi mîzahê, bi evînê, bi hêviyê jî hem di qada navneteweyî de hem jî li Kurdistanê li gel nasname, çand û zimanê me ji pêşerojê re hafizayekê dihêle
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin. Festîvala ku îro pênc roj in tê lidarxistin dê îro bi nîşandana belgefîlmê “Li ber siya spîndarê” bi dawî bibe. Yek ji belgefîlmên di festîvalê de hate nîşandan jî belgefîlma “Stêrka Li Ser Xetê” ye.
Çîroka belgefîlmê
Gundê bi navê “Dirbêsiyê” ku bi ser navçeya Qoserê ya Mêrdînê ve ye û li ser sînor bi bandora rûdanên leşkerî û polîtîk guheriye û veguheziye. Yek ji wan mînakên herî îronîk jî ew e ku di sala 1993yan de nîşaneya stêrkê ya ku li ber şibakên hesînî yên li malan cih digire wek nîşaneyeke siyasî xetere hatiye dîtin û ji bo ku jê were derxistin ji aliyê hêzên leşkerî ve serdegirtinên malan çêbûne. Belgefîlma “Stêrka Li Ser Xetê” balê dikişîne ser çîrokek li gundê Dirbêsiyê.
Derhênera belgefîlma “Stêrka Li Ser Xetê” Bêrîvan Sarûhan derbarê naveroka belgefîlma xwe de axivî û diyar kir ku Festîvala FîlmAmed ji pêşerojê re hafizayekê dihêle.
‘Tê xwestin ku hişê civakê were tunekirin’
Bêrîvan Sarûhan qala naveroka fîlmê xwe kir û wiha got: “Hinek nişane hinek rengên ku di hafızaya me ya kolektîf de cih digirin weke hêmanên tehdîdê tên dîtin û bi vî rengî jî tê xwestin ku ew hişê civakê were tunekirin. Min xwest vê mijarê bi rêya belgefîlmekê neqil bikim û mayînde bihêlim. Dixwazim xebatên bi vî rengî bidomînim. Mijarên ku di civaka me de hatine jiyîn dixwazim weke hafizayekê bihêlim û di vî warî de ked bidim.”
‘Festîvala Belgefîlm a FîlmAmedê qadeke azad e’
Bêrîvan Sarûhan bi lêv kir ku ew kêfxweş e ku belgefîlma wê ji festîvalê re hatiye hilbijartin û got: “Ez bi coşeke mezin hatim vir. Sînemaya Kurdî tenê cih nade mexdûriyet, êş û keserê di heman demê de bi hemû rengên cîhanê bi mîzahê bi evînê bi hêviyê jî hem di qada navnetewî de hem jî li Kurdistanê li gel nasname, çand û zimanê me ji pêşerojê re hafizayekê dihêle. Ji ber vê yekê qadeke azad e.”
Li ser belgefîlmekî din dixebite
Bêrîvan Sarûhan da zanîn ku li ser belgefîlmeke din jî xebatên wê hene û wiha pê de çû: “Ew jî li Mêrdînê derbas dibe. Têkiliya di navbera jin û mekanê de çi ye? Ez ê li ser wê bisekinim. Qada sînemayê qadeke xurt e ku mirov dikare bi awayekî dîtbarî mijarên xwe nîşan bide.”
‘Mijarên di salên 90î de qewimîn çîrokên me ne’
Bêrîvan Sarûhan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Helbet gel dixwaze bi awayekî azad li qadên xwe yên azad bijî. Dixwaze ziman, çand û hafızaya xwe li qadên ku ew diafirînin û berê lê bûn bi awayekî biaram bijîn. Ev mijarên di salên 90î de qewimîne çîrokên me ne. Ji bo ku careke din neyên jiyîn û ji bo ku weke bingeha civaka aştiyê were dîtin divê mirov li ser van mijaran bêtir bixebite û berbiçav bike.
Kurtejiyana Bêrîvan Sarûhan
Bêrîvan Sarûhan di sala 1994an de li Mêrdînê ji dayik bûye, di sala 2017an de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê kuta kiriye û di beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya heman zanîngehê de lîsansa xwe ya masterê didomîne. Di warê koçberî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de di gelek saziyên sivîl de xebatên dildarî meşandine û bi profesyonelî xebitiye. Her wiha di Komeleya Dema Jinan a Stenbolê de 4 salan xebatên xwe yên di warê zayendperestî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam kiriye. Ji sala 2016an û vir ve weke wergêra sondxwarî, edîtor û mamosteya zimanê Kurdî dixebite. ‘Stêrka Li Ser Xetê’ yekemîn belgefîlma wê ye.