Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku di demek nêz de dê ew biçin serdana Îmraliyê û li ser pirsa hevdîtina bi Serokkomar re jî got ku hevdîtineke li gor ruhê pêvajoyê bûye.
Endama Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan li Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivand. Pervîn Buldan da zanîn ku di demek nêz de ew ê biçin serdana Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Li ser pirsa armanca hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re jî Pervîn Buldan bersiv da û diyar kir ku ev hevdîtin li gor ruhê pêvajoyê bûye û ew ê di resepsiyona vekirina Meclîsê de jî careke din werin gel hev.