Hevseroka OHDê Ekîn Yeter Moray ku di komisyona meclisê de axivî anî ziman ku bi pêkanîna mafê hêviyê re bi hezaran girtiyên siyasî wê sûd bigirin û got: “Bi pêkanîna mafê hêviyê re dê rêya demokratîkbûnê jî vebe.”
Civîna 13emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî destpê kir. Di rûniştina yekem a civînê dê Komeleya Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ên Civakî (SODAP) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) tên guhdarkirin. Di rûniştina duyem de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Faziz Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. Dr. Bahrî Ozturk dê nên guhdarkirin.
Di rûniştina yekem a civînê de ewilî ji Komeleya Hiqûqnasan Mehmet Melîh Gülseren axivî. Mehmet Melîh Gulseren bi lêv kir ku piştî pêvajoya çêkberdana amadekirina pêşnûmeya qanûnî berpirsyariya komisyonê ye û wiha got: “Di destpêke de li ser mafên civakî dikarin rawestin. Piştî wê jî li ser qanûna înfazê û têkoşîna li dijî terore sererastkirin dikarin bikin.”
Hevserokê OHDê Serhat Çakmak anî ziman ku banga Aştî û Civaka Demokratîk derfetek peyda kiriye û wiha got: “Ew bang derfetên şert û mercên wekhev û azad ava dike û nasname, bawerî, zayend dikarin bi hev re bijîn. Komeleya me vê derfetê ji bo demokratîkbûna welêt pir girîng dibîne. Ji avabûna komarê vir ve dozên siyasî ango polîtîk hene. Ji darizandina Şêx Seîd bigire heya Seyîd Riza, ji darizandina 49an bigire heya darbeya 1960an, darbeya 80an û darizandinên ku ji hêla pratîkên salên 1990î ve hatine afirandin. Dozên di dema rewşa awarte de rastiya sedemek siyasî li vî welatî aşkere dikin. Heke em ê li ser bêalîbûn û serxwebûna dadweriyê nîqaş bikin, divê em mantiqa darizandinên siyasî û mantiqa darizandinên îstîsnaî yên ku ew dihewîne jî nîqaş bikin. Di vê çarçoveyê de, divê em li ser lêkolînên ku guhertinên qanûnî pêşbînî dikin û di vê çarçoveyê de dixebitin nîqaş bikin. Ji bo ku dadweriyek serbixwe û bêalî were misogerkirin, divê pêşî avahiya desteya dozgeran, rêbazên xebata wê û bi taybetî rêbazên tayînkirina endaman werin guhertin. Her wiha mafê zimanê dayikê tê vê wateyê ku hemû kes dikarin zimanê xwe yê dayikê bikar bînin. Ev maf hem di metna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, hem di bendên 2 û 26 ên Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, hem jî di peymanên navneteweyî yên li ser mafên sivîl û siyasî de tê nas kirin. Her wiha çekînceyên li ser bendên Peymana Ewropî ya Mafên Zarokan, Peymana Mafên Herêmî û Kêmneteweyan, hatine danîn. Bi rakirina van çekînceyan em dikarin gaveke di pêş de biçin.”
Piştre jî Hevseroka OHDê Ekîn Yeter Moray jî bi lêv kir ku piştî pêvajoya guhdarkirinê bi lêz destpêkirina nîqaşên qanûnî girîng e û ev tişt gotin: “Li gor daneyên Tirkiyeyê ji ser 4 hezaran re girtiyên siyasî hene. Bi pêkhatina mafê hêviyê re gelek girtiyên siyasî jî dê vî mafî sûd bigirin. Her wiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî gaveke girîng wê bên avêtin. Bi pêkanîna mafê hêviyê re rêya demokratîkbûnê jî dê vebe. Li girtîgehan qeyranek mirovî heye. Lijneyên Çavderiyê tevî ku girtiyên siyasî cezayê xwe qedandinê jî wan careke din digre. Her wiha girtîgehên nû tîpa S ji şert û mercên jiyanî yên girtiyan xirab dike. Her wiha bi rejîma qeyiman mafê hilbijartinê yê welatiyan ji dest wan hat girtin. Divê ew sepan bi temamî ji holê rabe.”
Piştî axaftinan OHDê pêşniyarên xwe yên qanûnî weke rapor teslîmî komîsyonê kirin.