SOHRê ragihand ku ji destpêka sala 2024an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin kuştin.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka sala 2024an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin kuştin.
Di daxuyaniya SOHRê de hate ragihandin ku 82 jin yekser bûn hedefa êrişê, 27 jin ji ber mayinên ji ber şer mane hatin kuştin.
Hate ragihandin ku 14 jin jî ji aliyê Tirkiyeyê û komên bi ser wê ve, 3 jin ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 91 jin jî bi rêbazên cuda hatin kuştin.
SOHRê par jî diyar kiribû ku li Sûriyeyê 241 jin hatin kuştin.