• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşvanên hêviyê: Gel dixwaze Serokatî di nava xwe de bibîne

Fexredîn Kiliç / AW

4 COTMEH 2025 - 11:44
Kategorî: JIN
A A
Riha – Meşa TJAyê di roja 4emîn de berdewam dike. Jinên ku dimeşin destnîşan kirin ku meşa wan bicoş derbas dibe û wiha gotin: “Gel jî dixwaze Serokatî demildest azad bibe di nava wan de cih bigire.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Meş di roja sêyemîn de li navçeyê Curnê Reş, Xelfetî û Bîrecîkê bi dawî û jinan berê xwe dan Dîlokên. Jinên ku bidirûşm, stran û tilîliyan heta qadeke Taxa Vatanê ya Dîlokê meşiyan ji aliyê hezaran kesan ve bi pankarta “Daxwazên we daxwazên me ne. Hûn bi xêr hatin” hatin pêşwazî kirin bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin.

‘Gel pir bicoş me pêşwazî dike’

Endama Komeleya Dema Jinê Derya Aslan diyar kir ku daxwaza wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Gel me pir xweş pêşwazî dike. Herkes ji bo vê meşa me gelek bi coş û moral in. Tişta me dît herkes amade ye ji vê pêvajoyê re. Daxwaza herkesê ew e ku Serokatî demildest azad bibe. Bi taybetî Xelfetiyê got divê em Serokatî bi awayekî fizîkî di nava xwe de bibînin. Heta ku daxwazên me pêk werin em ê xebatên xwe bidomînin.”

‘Hemû jinên Kurdistanê dimeşin’

Semîre Demîr Elkût a ji Mêrdînê beşdarî meşê bûye jî destnîşan kir ku ji bo aştiyeke birûmet dimeşin û wiha got: “Hemû jinên Kurdistanê ji kîjan nasname, olî be em civiyan e em di bin sîwana TJAyê de dimeşin. Armanca meşa me ew e ku ew qeyd û bendên li aştiyê hatine xistin em wan bişkînin li ser rêya heqîqetê em pergaleke nû ava bikin. Jinan ji aliyê manîfestoya Serokatî ve xwe perwerde kirine. Jin gihiştiye astekê ku karibe civakê jî azad bike û tevahî Komara Tirkiyeyê azad bike.”

‘Jinê dest avêtiye çi azad bûye’

Dayika Emîne Adibellî ya ji Edeneyê jî tev li bû destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd ABdullah Ocalan tev li meşê bûye û wiha axivî: “Baweriya me heye. Jinê dest avêtiye çi azad bûye. Divê em jin ji pêşniyarên Serok re hazir bin. Em ê ziman, çand û hunera xwe ava bikin. Me li her bajarî jî civîn çêkir gelek xweş bû. Her jin dixwazin ji bo azadiya Serok û girtiyan dixwazin beşdarî meşê bibin.”

‘Ji bo mafê hêviyê Serokê Gelan dimeşin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz jî qala meşa xwe ya sê rojan kir û wiha got: “Jinan em pir baş pêşwazîkirin. Em bi vê meşê gelek keyfxweş in. Ev meş ji bo mafê hêviyê yê Serokê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û hevalên girtî pêk were dimeşin.”

‘Em aştiyeke birûmet dixwazin’

Dayika bi navê Aynûr Taş ku ji Amedê beşdar bûye jî derbarê meşê de ev tişt gotin: “Ji bo aştiyê, Serokatî û hemû girtiyên azadiyê em dimeşin. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dixwazin dewlet jî gavekê biavêje. Em dayik aştiyê dixwazin bes e bila êdî kes negirî.”

‘Gundê Amarayê hêzek da me’

Endama DEM Partiyê ya Geverê Gulê Îlîş jî anî ziman ku ji bo mafê hêviyê pêk were tev li meşê bûye û wiha got: “Di 27ê Sibatê de di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd de dest pê kir. Partiyê gav avêtin lê dewletê tu gav neavêtin. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku meşa be bibe wesîleyê aştiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Em çûn gundê Amarayê jî hêzeke xurt da me. Heta ku Birêz Abdulah Ocalan azad bibe dê ev meşa me bidome.”

‘Gel jî aştiyeke mayînde dixwaze’

Meral Kaptan a ji Êlihê tev li meşa azadiyê bû jî wiha got: “Armanca me ya tevlibûna meşê ew e ku rêzdar Ocalan azad bibe û deriyê hemû girtîgehan were vekirin û hemû hevalên me yên girtî werin berdan. Êdî polîtîkayên qirêj ên asîmîlekirin. Tunehesibandinê li vê erdnîgariyê pêk nayê. Divê dewlet jî dest ji van polîtîkaya xwe berde. Em vê daxwaz dikin. Daxwaza gel jî ew e ku aştiyeke mayînde li vê erdnîgariyê çêbibe ye ku hemû gel weke hev bijîn.”

 

Etîket: azadJinMeşvanSerokatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

13 ADAR 2026
Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

8 ADAR 2026
Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

8 ADAR 2026
Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

8 ADAR 2026
Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

8 ADAR 2026
Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (508)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne