• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komplo li Enqereyê hat şermezarkirin: Azadiya birêz Ocalan pêdiviyeke

    Komplo li Enqereyê hat şermezarkirin: Azadiya birêz Ocalan pêdiviyeke

    ‘Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir’

    ‘Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir’

    Komploya 9ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

    Komploya 9ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye

    Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

    Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

    Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

    Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komplo li Enqereyê hat şermezarkirin: Azadiya birêz Ocalan pêdiviyeke

    Komplo li Enqereyê hat şermezarkirin: Azadiya birêz Ocalan pêdiviyeke

    ‘Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir’

    ‘Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir’

    Komploya 9ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

    Komploya 9ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye

    Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

    Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

    Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

    Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

Lêl AMED / AW

9 COTMEH 2025 - 12:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parêzera Doza Kobaniyê Cemîle Turhalli ji bo doza Kobaniyê diyar kir ku mînaka civaka demokratîk xwe di sala 2014an de xwe nîşan da û got: “Ji ber ku ji her derdorê, ji her çînê mirov ji bo Rojavayê ango ji bo Kobaniyê rabûn ser piyan. Ev doz, ji destpêkê heta niha, dozeke siyasî ye.”

 

Endama MYKê ya DEM Partiyê û Parêzera Doza Kobaniyê Cemîle Turhalli got ku mînaka civaka demokratîk di sala 2014’an de xwe nîşan da ji ber ku ji her derdorê, ji her çînê mirov ji bo Rojava ango ji bo Kobaniyê rabûn ser piyan û wiha axivî: “Serhildaneke mînak xwe nîşan da. Ji ber ku garantîya hemû gelan li wir bû, Civaka Demokratîk garantîya gelan bû. Avakirina Civaka Demokratîk bi bandora Birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Eger gel ranebûya ser piyan, dê li Kobaniyê jenosîdeke mezin çêbûya. Ji ber vê sedemê Civaka Demokratîk gelekî girîng e.”

Di bûyerên Kobanê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî îdianameyê ji bûyerên tundiyê û kuştinan binçavkiriyên ji Doza Kobanê berpirsyar in û wan teşwîqa bûyerên kuştinê kirine. Bingeha hiqûqî yê sûcdariyan, hinceta xwe ji tweeta ku MYKa HDPê di sala 2014’an di Cotmehê de avêtibû û daxuyaniyên hatine dayîn tên nîşandan. Dozgerî îdia dike ku ev bang bûyerên tundiyê dane destpêkirin û girtî van encaman texmîn kirine û bi “qesta muhtemel” tevgeriyane.

Li ser vê babetê Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê û Endama MYKa DEM Partiyê, Parêzera Doza Kobaniyê Cemîle Turhalli bersiva pirsên ajansa me da.

– Aliyê hiqûqî yê doza Kobaniyê çi ye û sûcdariyên ku li muwekîlên we hatine kirin, bi kîjan bingehên hiqûqî ve girêdayî ne?

Ev doz, ji destpêkê heta niha, dozeke siyasî ye. Di vê dozê de hemû kesên ku tên darizandin siyasetmedar in. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn û yên din jî yan wekîl yan jî siyasetmedar bûn. Ev doz di 2014an de dest pê kir, wê demê DAIŞê êrişî Kobaniyê kiribû û em jî dizanin ku DAIŞê bi serê xwe êrişî Kobaniyê nekir. Beriya wê DAIŞê êrişî Şengalê kir. Li wir jî qirkirineke mezin anî serê Êzidiyan. Dest danîn ser zarok û jinan û çi heyf ku jin kirin cariye û kole. Mêr kuştin û jin jî kirin kole û vê qeweta xwe jî ji dewletên Rojhilata Navîn girt. Di nav van dewletan de Qatar, Tirkiye hene, lojîstîkê ji wan digirt. Bi vê hevkariyê êrişî Kobaniyê kir, li dijî van êrişan li seranserê Cîhanê Kurd rabûn ser piyan û bertekên xwe nîşan dan. Kurdan got ku me got; em vê jenosîdê qebûl nakin û bang li dewletan kirin. Li her derê çalakî hatin lidarxistin, li Tirkiyeyê jî bi hezaran kes derketin derve. Piştî 6 û 7ê Cotmehê çalakiyên aştiyane dest pê kirin, heta ku Serokkomar Erdogan got ‘Kobanê ket û dikeve.’ Bi destê hêzên paramîlîter li Tirkiyeyê qirkirinên mezin hatin kirin. Gel jî rabû ser piyan, jixwe ev mesele desthilat tengav kir. Bi meseleya Kobaniyê her kesî xwe nêzîkî Tevgera Azadiyê dît, ji ber ku sûcê Dewleta Tirk eşkere bû. Piştî Kobaniyê meşrûiyeta Kurdan li Cîhanê çêbû. Aliyê Tirkiyeyê jî bêmeşrûiyetî çêbû, AKPê salek şûnde ji îqtîdarê ket. Hem hesabê îqtîdarê hem jî yê dewletê têk çû. Desthilat dixwest bi serê xwe bibe desthilat lê Kurdan îqtîdar ji destê wê girt. Kurdan jî xwe rêxistin kir û tevgera wan mezin bû. Dewletê jî xwest li pêşiya rêxistina Kurdan bigire, siyasetmedarên Kurdan tefqîf kir. Ev doz heyfgirtina Kobaniyê û meşrûiyeta Kurdan bû, gelek endamên me di van çalakiyan de jiyana xwe dan.

– Di prosesa dozê de stratejiya we ya parastinê çi bû û astengiyên hiqûqî yên herî mezin ên ku hûn pê re rû bi rû man, kîjan bûn?

Ji ber ku ev doza tolhilanînê bû, her tim şahidên nû derdixistin holê lê ev şahid jî veşartî bûn. Digotin 2700 mexdûr di vê dozê de hene û em ê îfadeyên wan bigirin. Armanca wan dirêjkirina vê dozê bû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da û got doz  siyasî ye. Çi heyf ku nahêlin em muwekîlên xwe bibînin û wek şantaj hiqûqê bi kar tînin. Muwekîlên me ji xwe bawer in, gotin hûn nikarin me bidarizînin. Siyasetmedarên me nehiştin ku ev doz bibe rojev û vê dozê pûç kirin. Esasê stratejiya parastinê ev tez bû ku doz, dozeke siyasî ye û armanc ew e ku HDP ji sehneya siyasetê bê derxistin. Di vê çarçoveyê de argumanên sereke yên parastinê ev bûn: Îdiaya Komploya Siyasî: Hat gotin ku dosyaya dozê, salan piştî ku bûyer qewimîn, dema ku konjonktura siyasî guherî, hatiye amadekirin û “kumpas” e. Bi taybetî li ser îfadeyên “şahidên veşartî” yên ku bawerî pê nayê û li ser nakokiyên wan hat sekinandin. Hat gotin ku di navbera bangên HDPê û bûyerên tundiyê yên ku qewimîne de têkiliyeke rasterast a sedem-encam nîne. Hat îfadekirin ku gelek bûyerên tundiyê bi provokasyonan derketine û failên wan nehatine darizandin.

– Taybetmendiyên delîlên ku di dozê de hatine pêşkêşkirin û nirxandina van delîlan ji aliyê hiqûqî ve, hûn dikarin çi bibêjin?

Beriya vê darizandinê, em hîn bûn ku emniyetê di nav xwe de civînek çêkiriye û di vê civînê de gotine ku em vê partiyê bigirin, vê jî em ê çawa bikin; em derheqê van girtiyan de doza muebedê (madeya 302.) vekin da ku em bi rehetî wan tefqîf bikin. Ji ber ku desthilat dixwest desthilata xwe bidomîne. Dixwest delîl û şahidan bibîne. Di merheleya lêpirsînê de delîlên ku dê lehê bin, nehatin komkirin, telebên wan hatin redkirin û mafê darizandina adil hat binpêkirin. Me di dadgehê de notek ferq kir ku di vê notê de dibêje em derheqê Demîrtaş û siyasetmedaran de dozekê vekin ku em li Dadgeha Bilind vê partiyê bigirin. Armanc girtina HDP’ê bû û delîlên ku wan eşkere kiribûn sûcê dewletê nîşan dida.

– Ev doz, li ser sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê û azadiya îfadeyê çawa bandor kiriye?

Li Tirkiyeyê her tim siyaseta Kurdan bi çavê krîmînalîzekirinê hatiye nêrîn, her tim bi çavê asayîşê lê hatiye nêrîn. Her tim dewletê maf û hemwelatîbûna Kurdan înkar kiriye. Dîrok û çanda Kurdan înkar kiriye. Di vê dozê de jî krîmînalîze kiriye, îfadeya Kurdan jî nehatiye qebûlkirin. Eger Kurd çand û dîroka xwe biparêzin, siyasetekê bikin bi çavê krîmînal lê dinêrin. Her tim kirine sedema sûc, meseleya Kurdî ji bo Tirkan turnusol e. Îqtîdar her tim di vê meseleyê de di ezmûnê de maye. Piştî salên 1950yî têkoşîn û aktîvîstên Kurdan bûye helbest. Bi muebeda giran hatine darizandin, niha jî li ser tweetekê, ji ber ku hûn çima ji bo Kobaniyê derketin [kolanan]. Dibêjin; tundiyek derketiye holê lê eşkere ye ku Kurdan bi paramîlîteran êriş li esker û polîsan kirine. Madeya qanûnê wek hev e, qet neguheriye. Gotina Kurdan her tim qedexe ye, li ser vê yekê mafê we yê rêxistinî û bawerî û tiştekî tune ye. Ev jî nîşan dide ku li Kurdan wek mirov nanêrin.

– Normên hiqûqa navneteweyî û standardên mafên mirovan ji aliyê nirxandina dozê ve hûn çawa dibînin?

Doz, ji aliyê normên hiqûqa navneteweyî û standardên mafên mirovan ve jî gelek tê rexnekirin. Bi taybetî DMME, derheqê vê dozê de biryarên girîng dane. Daîreya Mezin a DMME’yê, hikm kiriye ku girtîbûna Selahattîn Demîrtaş ku yek ji mehkûmên vê dozê ye, bi armancên siyasî ye, gelek madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (mafê azadî û ewlekariyê, mafê azadiya îfadeyê, mafê hilbijartina azad û qedexeya xerab bikaranîna mafan) hatine binpêkirin û xwest ku demildest bê berdan. Ev biryar, ji aliyê navneteweyî ve derbeyeke ciddî li meşrûiyeta doza Kobaniyê da. Ku Tirkiyeyê ev qerar bi cih neanî, di navbera wan û Konseya Ewropayê de bû sedema krîzekê. Di vê çarçoveyê de, mafê hemû mehkûmên ku di vê dozê de tên darizandin heye ku bi awayekî ferdî serî li DMMEyê bidin. Biryara Demîrtaş a ku DMMEyê berê dabû, ji bo serlêdanên ku dê di pêşerojê de bên kirin, mînakeke girîng e. Dirêjiya darizandinê, girtîbûnên ku dema maqûl derbas kirine, taybetmendiya delîlan û îdiayên darizandina bi rêberiya siyasî, dê bibin argumanên bingehîn ên ku li pêşberî DMMEyê bên ziman. Gumana xurt e ku di encama van serlêdanan de li dijî Tirkiyeyê biryarên nû yên binpêkirinê bên dayîn.

Sê caran mehkemeyê biryar daye lê êdî parastina Tirkiyeyê nemaye, qerara dawî jî bide mehkeme, ev dewlet hiqûqê esas nagire. Ev qerara siyasî hê jî dewam dike, me wek parêzer îtîraz kir, parêzerên din jî îtîraz kirin. Îqtîdar naxwaze siyasetmedarên Kurd û biratiya Kurdan pêş nekeve. Îqtîdar li siyasetmedarên Kurd bi çavê rehîneyan dinêre. Ji ber ku rast e Kurd muxalefetê bi tesîr û çalak dikin. Dewlet bi Kurdan re aştiyeke rastîn nake. Divê aştî ji hiqûqê dest pê bike. Ji vê dozê feyde ji dewletê re tune û dê nebe jî. Ev îtîraz tenê bi mehkemeyê nabe, divê gel zextê li îqtîdarê bike ku îqtîdar gavekê biavêje. Ji bo îqtîdarê demokrasî wek zincîrê ye, lewma naxwaze dev ji konfora xwe berde. Tenê bi rêxistinbûna me dê li ser dewletê zextek çêbibe. Li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinî girîng e, bila Kurd ji xwe bawer bin, ji ber ku Kurd ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin. Modela Kurdan ji bo dinya û Rojhilata Navîn fersendek e. Ev model ji bo gelan temînatek e.

Mînaka civaka demokratîk di 2014an de xwe nîşan da ji ber ku ji her derdorê, ji her çînê mirov ji bo Rojava ango ji bo Kobaniyê rabûn ser piyan. Serhildaneke mînak xwe nîşan da. Ji ber ku garantîya hemû gelan li wir bû, Civaka Demokratîk temînata gelan bû. Avakirina Civaka Demokratîk bi bandora Birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Eger gel ranebûya ser piyan, dê li Kobaniyê jenosîdeke mezin çêbûya. Ji ber vê yekê Civaka Demokratîk gelekî girîng e.

Etîket: DAIŞDoza KobanêEndama MYKê ya DEM PartiyêHDPParêzera Doza Kobaniyê Cemîle Turhalli
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di komkujiyê de biraziyê xwe windakir: Dema aştî hat em ê şînê daynin

Di komkujiyê de biraziyê xwe windakir: Dema aştî hat em ê şînê daynin

9 COTMEH 2025
HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

25 ÎLON 2025
DAIŞê ji 8ê Kanûna 2024an heta niha 153 êriş pêk anîn

DAIŞê ji 8ê Kanûna 2024an heta niha 153 êriş pêk anîn

22 ÎLON 2025
HDPê 6emîn kongreya xwe li dar xist

HDPê 6emîn kongreya xwe li dar xist

5 ÎLON 2025
Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

5 ÎLON 2025
Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞê hate girtin

1 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (142)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne