• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Dem hatiye HSD cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

Navenda Nûçeyan / AW

10 COTMEH 2025 - 20:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê salvegera 10emîn a damezrandina HSDê pîroz kir û diyar kir ku “Dema hatiye HSDê cihê xwe yê mafdar û layiq di artêşa nû ya Sûriyeyê de, weke hêzek neteweyî ku parastina yekitiya wê dike, hêviyên demokrasî û edaletê îfade dike, bigire.”

11ê Cotmeha 2025an, salvegera 10ˊemîn a damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye, bi vê boneyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuiyaniyek da. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev bone li malbatên şehîdan, şervan û fermandarên HSDê û li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Bi boneya salvegera dehemîn a damezrandina HSDê, vê boneya mezin a neteweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêz û hurmeteke mezin şehîdên di oxira axa welat de canê xwe daye bi bîr tîne. Bi fedakariya şehîdan herêm ji terorê hat rizgarkirin, ewlehî û aramî misoger bû. Em vê boneyê li malbatên şehîdan, şervan û fermandarên HSDê, li tevahî gelê xwe yê li Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.

HSDê di demekê de êrişên terorîsta cîhanî ya bi nûnertiya rêxistin DAIŞê mezin dibûn û gef li tevahî mirovahiyê dixwarin, HSDê di qonaxeke zehemettir ku Sûriye û herêmê tê re derbas dibe de hat damezrandin. Ji nava wan şert û mercan, ev hêz ji keç û xortên herêmê bi hemû pêkhateyên wê hat avakirin, da ku bibibe modela yekitiya gelan û hevgirtina li hember tundrawî û terorê.

Di demekê de gelek dewlet û hêzan nikarî rêxistina DAIŞê têk bibira, HSDê roleke stratejîk di têkbirina wê ya erdnîgarî de lîst. Van hêzan, ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo tevahî mirovahiyê, fedakariyên mezin di parastina nirxên mirovahî, azadî û rûmetê de dan.

Îro, bi derbasbûna 10 salan di ser damezrandinê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar dike ku dem hatiye ku HSDê cihê xwe yê layiq mafdar di artêşa nû ya Sûriyeyê de, weke hêzeke neteweyî ku welat û yekitiya wê diparêze û xwestekên gelên wê yên demokrasî, edalet û wekheviyê îfade dike, bigire.

Di dawiyê de em careke din vê munasebeta dîrokî li HSDê, şervan û fermandarên wê, li tevahî gelê xwe pîroz dikin û diyar dikin ku em piştgiriya xwe ji bo van hêzên ku valvaya herêmê ne, sembola fedakarî û dilsoziyê ne, didomînin.”

Etîket: daxuyanîHSDRêveberiya Xwesersalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Halîde Turkoglu: Em ê rêxistina xwe ya jinan mezintir bikin

Halîde Turkoglu: Em ê rêxistina xwe ya jinan mezintir bikin

29 NÎSAN 2026
Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

28 NÎSAN 2026
Baroya Wanê: Ji hemû aliyan ve îşkenceyê lêkolîn bikin

Baroya Wanê: Ji hemû aliyan ve îşkenceyê lêkolîn bikin

28 NÎSAN 2026
Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

24 NÎSAN 2026
Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

Şîna endamê HSDê Acar bi girseyî hate ziyaretkirin

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1001)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne