Li bajarê Êlihê mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi çoşeke mezin dest pê kir. Herikîna qadê didome û gel qadê tijî dike.
Li bajarê Êlihê mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi çoşeke mezin dest pê kir. Di mitîngê de gevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, meşvanên azadiya ya TJAyê dê axaftinan bikin û hûnermend Xero Abbas dê di mitîngê de konserê bide.
Girseyê li pêşiya dikê pankarta “Me hebûna xwe bidest xist em ê ji bo azadiyê têbikoşin” vekir. Ciwan dema ku ketin qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û pankartê “Ciwanên welatparêz ber bi rojê ve” vekirin. Gel jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabê û Jin Jiyan Azadî” berz kirin û bi kortjan meşiyan qada mitîngê. Gel dema ku ket qada mitîngê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Axêver jî dê li ser mijara “Mafê hêviyê û azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” biaxivin.