Amed – Der û dorê sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê bi rengên payîzê xemilîn.
Bajarê qedîm û bîr û baweriyan Amed malovaniya demsala payîzê dike. Der û dorên sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê bi rengê payîzê xweşik bûye û xemilî ye. Pelên daran zer bûn e û reng dane xemla payîzê û xweşikiya Amedê. Her devera Amedê zer dike û bala mirovan dikişîne ser xwe.