Amed – Li Amedê bi hatina demsala payîzê re li kolanên navçeya Sûrê ya Amedê esnafan dezgehên xwe yên fêkiyên weke givîj ên bi rengên cuda danîne. Givîjên ku bala gel dikşînin dermanê gelek nexweşiyan e.
Her demsalek rengekî cuda bi xwe re tîne, ji ber ku di her demsalê de fêkiyên cuda hene. Di destpêka demsala payîzê de jî gelek fêkî derdikevin û bala mirovan dikşînin. Givîj jî yek ji van fêkiyên ku bi hatine payîzê re li gelek deşt û çiyayên Kurdistanê digihêjin e. Piraniya wan jî nêzîkê zivistanê çêdibin. Her wiha givîj ji bo gelek nexweşiyên weke dil, tansiyon, xitimandina damaran û ji bo nexweşiya şekir jî baş e. Bi hatina payîzê re givîjên bi rengên cuda li gelek kolanên Amedê li ser dezgehan dîsa cihên xwe girtin.
Îkram Korkmazê ku bi salan e karê bazirganiyê dike diyar kir ku ew nêzîkî sî sal in bi firotina fêkiyan re eleqedar dibe û wiha got: “Her bikir bertekên cuda nîşan dide, ne sûcê wan e, sûcê pergalê yê ku gel aniyê vê rewşê. Givîj ji me re ji Meletiyê tên, feydeya wan ji bo tendirustiyê gelek e. Ya girîng ew e ku mirov di ferqa zanîna wê feydeyê de be. Feydeya xwe ji pirî nexweşiyan re heye. Em di aliyê aboriyê de gelek zehmetî dikşînin, heta em van givîjan tînin di pênc destan re derbas dibe. Ji bexçe bigire heta tê ber dest me gelek çend destan diguhere. Mazot jî gelek biha bûye. Yên ku bistînin jî bi zanebûn distînin, yanî li baxçe cuda ye û li ser dezgahan jî cuda ye. Li hinek cihan zû çêdibin li hin cihan jî dereng çêdibin. Ew jî ji hewayê û ji axê ye, li Hezroyê û heta aliyê Çewlikê dereng çêdibin. Li aliyê Meletiyê hem zûtir çêdibin û hem jî ji yên aliyên me zêdetir in. Ji aliyê tam û qalîteyê xwe ve bi piranî wekhev in û yên rengên wan cuda jî wisa ne. Di anîna wan de kesên ku rewşa wan a aboriyê baş be bi wesayîta xwe diçin tînin. Lê yên ku rewşa wan ne baş be jî sê çar kes bi hev re wesayîtê digirin û diçin tînin. Bazirganiya ku em li vir dikin jî zehmet e. Em carînan dibêjin bila debara me ya rojane jî bibe baş e.”
‘Ji Meletiyê tên’
Pişt re Halîme Aktaş a ku 25-30 sal in li navçeya Sûrê bi karê firotina givîj û bi tiştên wisa debara xwe dike got: “Debara me ev e, ji ber ku qezenceka me ya din tune ye ku em pê debara xwe bikin. 6 zarokên min hene, min hemû bi vî awayî xwedî kirine. Ji ber qeyrana aboriyê êdî tiştek nayê stendin. Yanî di kîloyekê de ji me re du lîre dimîne yan namîne jî. Debar gelekî zehmet bûye. Ev givîj jî ji me re ji Meletiyê tên. Di heman de dermanên dil in û divê mirov salê du, sê caran bixwe. Dema ku distînin kîloya wan bi 108-120 lîre ye û piştre jî kîlo ya wan tê guhertin. Heta em tînin vir kîlo dibe 140 lîre jî. Dema ku em diçin tînin jî, sê çar kes bi hev re diçin û tînin. Ji ber ku mazot biha bûye. Ji kesekî bi tenê re zehmet bûye. Pişt re em tînin li vir vala dikin û herkes cuda dezgehên xwe vedikin û karê xwe dikin. Car heye em tê de zirar jî dikin û car jî heye ji me re tiştek dimîne.”
‘Ji bo extiyarên me jî gelek baş e’
Emrah Şayan jî got ku ew nêzîkî 25 sal in karê seyarê dike û wiha axivî: “Ez givîjan difiroşim û ev givîj jî yên gundan e. Givîj ji bo nexweşiyên weke tansiyon, şekir, dil û ji bo xitimandina damaran gelek bi feyde ye. Ev givîj ji aliyê çiyayan ve ji me re tên. Em kîloya wan jî bi sed lîreyî difiroşin. Yanî ev givîjên ku em difiroşin hemû jî derman in. Lê divê ku ciwanên me jî fam bikin ka ev tişt ji bo çi ne, ji bo wan jî şîfa ye. Darên van givîjan hemû bê hormon in, hemû jî ji xwezayê wisa gihiştine. Ev givîj ji me re ji Licê, Pasûr, Farqîn û bajarên derdorê tên. Em debara xwe bi givîjan tenê nakin, li gorî demsalê tên guhertin. Yanî çi tişta ku nû dertên em dest bi wan dikin û difiroşin. Bi piranî jî kesên biyanî tên tiştên wisa ji me distînin. Ji ber ku mirovên me hêdî hêdî dest ji van fêkiyan berdidin û nastînin. Bêhtir bala kesên biyanî dikşîne. Ji ber ku wan jî şîfayê jê dîtiye. Bi taybetî jî ji bo extiyarên me gelek baş e.”