Amed – Li Amedê esnafên ku karê firotana zeytûnan dikin diyar kirin ku ew bi salan e debara xwe bi firotana zeytûnan dikin û gotin: “Sala çûyî me di kîloyekî de 20 lîre kar dikir îsal em 10 lîreyî qezenc dikin.”
Li gelek kolanên navçeya Sûrê ya Amedê bi hatina payîzê re welatî ji bo zivistanê amadekariyên xwe yên çêkirina zeytûnan dikin. Lê ji ber sedema bihabûna mazotê êdî gelek caran esnaf bi hev re erebeyên neqliyeyan digirin û diçin li gorî pêdiviyên xwe zeytûnan tînin difiroşin. Pişt re esnaf wan zeytûnan tînin diguvêşin û bi vî awayî li makîneyên xwê dixin û dûre wan zuwa dikin û difiroşin. Îsal jî li gorî salên derbasbûyî kîloya zeytûnan gelek biha bûye. Kîloya zeytûnan derketiye 90-100 lireyan û heta 120-140 lîreyî jî diçê. Ev yek li gorî qalîteya zeytûnan tê guhertin. Esnafên ku zeytûnan difiroşin diyar kirin ku her sala tişt biha dibin ew qas bandorê li karê wan jî dike.
‘Bihayê zeytûnên reş bûye 300-400 lîre’
Firoşkar Mehmet Murat Kizilay ê ku ji sala 1978an vir ve karê esnaftiyê dike û bi firotana zeytûnan re eledar dibe wiha got: “Ev zeytûn ne yên xirxalî ne, yên xirxalî hem biha û hem jî qaliteya wan li gorî yên din baştir in. Heta 10-15 rojan zeytûnên xirxalî jî dê bigihêjin. Bi piranî milet wan distîne. Yên ku em difiroşin bihayê wan erzan û xwarina wan jî xweş e. Du roj-sê rojan carekê em bi tonan tînin gelek caran heta êvarê namînin. Ev zeytûn jî yên Dêrika Çiyayê Mazî ne. Di heman demê de ji Hatayê jî tên. Kîloya wan jî bi 90 lîreyî tê firotin. Yên Dêrikê carinan bi 150-200 lîreyî tên firotin û qalîteya wan baştir e. Dema ku bikirên me pir bin em gelek caran rojê du tonan jî diqedînin. Zeytûn di quranê de jî derbas dibe, ji bo tendirustiyê gelek baş e. Ji bo laşê mirovan gelek feydeyên wê hene. Rûnê zeytûnan bixwe jî ji van zeytûnên şîn derdikevin. Dema çavên bikiran bi bihayê zeytûnan dikevin ku ji wan re biha ye, gelek caran em bihayê wan dadixin. Carinan jî em bi heman bihayî difiroşin. Bihayê zeytûnên reş bûye 300-400 lîre, yên şîn jî bi 90 lîreyî ne. Ji ber ku erzan in milet bi piranî yên şîn distîne.”
‘Piştî du hefteyan tema wan tê guhertin’
Bikira bi navê Şaziye Koçer jî wiha got: “Em li vir pêşî dişkînin, pişt re dibin malê dikin nava avê û dû re em ava serê dirjînin. Piştî du hefteyan êdî tema wan tê guhertin û şîrîn dibe. Dûre em xwê berê nava wan didin, weke hefteyek jî di nava xwê de dimîne û piştre êdî tê xwarin. Zeytûnên Dêrikê bi rûn in û tema wan xweştir e. Bihayên wan jî bi sedî û 90î ne.”
‘Dema yên şîn dertên kes yên reş naxwin’
Pişt re jî esnafê bi navê Mehmet Ozdemîr diyar kir ku ew li gorî sala çûyî her ku diçe di aliyê firotana zeytûnan de xusar dikin û wiha axivî: “Zeytûn ji Hatay, Îskenderûnê û ji Nîzîpê bi tonan tên, yên orjînal ji Nîzîpê tên. Dema çûyîn û hatinê de em naqliyeyan digirin. Dema ku li vir ên şîn derên kes ên reş naxwe. Bi gelemperî her malbatên ku tên distînin kêmî 15-20 kîloyan nabin. Îsal bertekên mişteriyan jî zêde tune ye, sala çûyî zêdetir bertek nîşanê me didan. Sala çûyî me kiloya wan bi 50î dida îsal jî em bi 90-100î didin. Ji sedî sed mesref e, ji ber ku mazotê û poşetên em distînin jî bihaye. Gelek caran zeytûnên xerabe jî ji nav derdikevin û em hemûyan ji hev vedibijêrin. Sala çûyî me di kîloyekî de 20 lîre kar dikir îsal jî em bi 10 lîreyî qezenc dikin.”
‘Ji Îskenderûn û Hatayê tên’
Firoşkar Murat Çîçek jî bi van gotinan qala karê xwe kir: “Ev zeytûnên şîn ji Îskenderûn û Hatayê tên. Dema em distînin kîlo tê 80 lîreyî em jî bi 90 lîreyî difiroşin. Em heqê kirê û hemaliya wî jî didin. Ev zeytûn gelek bi rûn in û bi goşt in. 7-8 sal in min li vir dikan vekiriye. Sala çûyî me kiloya wan dida bi 60î îsal jî em didin 90î û gelek cudatî heye. Ew cuda tî jî ji bihabûna mazotê ye û em jî mecbûr dimînin ku 20-30 lîreyî biavejin ser neqliyatê da ku em jî zirar nekin. Yên şîn bêhtir tên firotin û milet ji sedî 10 ên reş dixwin û ji sedî 90 jî zeytûnên şîn dixwin.”