Wan – Di rûniştina heftemîn ya komxebata Kurdî de kedkarên Çapemeniya Azad û weşangerên Kurd mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê” nîqaş kirin. Kedkarên Çapemeniya Azad diyar kirin ku bi Tv, rojname, ajans, produksiyon û platformên xwe yên dîjîtal hewl didin hişmendî û giringiya ziman, nasnameya neteweyî û demokratîk; çand, dîrok û folklora gelê Kurd ji civakê re ragihînin.
Di rûniştina heftemîn a komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de Onder Akbûlût, Hulya Baytûr, Dorşîn Gok, Remziye Alpaslan, Qahir Bateyî û Mahmût Gulecan mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê” pêşkeş kirin.
‘Çapemeniya jinên Kurd bûye platformeke teorîzekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan’
Ewilî endama DFGê Hulya Baytûr rapora ku çapemeniyê ji bo komxebatê amade kiriye xwend. Hulya Baytûr, behsa giringiya jinan a di nava çapemeniyê de kir û wiha pê de çû: “Tevî pevçûn, zilm, binçavkirin û girtinan jî, rojnamegerên jin ên Kurd ji qadê venekişiyan û erk û berpirsyariya tomarkirina rastiyê, şopandina heqîqetê û ragihandina wê ji raya giştî re girtin ser xwe û vê erke di roja îro de jî pêk tînin. Çapemeniya jinên Kurd bûye platformeke ji bo teorîzekirina û çareserkirina pirsgirêkên jinan, pêkanîna daxwazên wan û têkoşîna li dijî zordariya zayendperest.”
Plansaziya xwe rêz kirin
Hulya Baytûr behsa plansaziya Çapemeniya Azad ya pêşerojê ya ji bo zimanê Kurdî jî kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Çapemeniya Azad bi Tv, rojname, ajans, produksiyon û platformên xwe yên dîjîtal hewl dide hişmendî û giringiya ziman, nasnameya neteweyî û demokratîk; çand, dîrok û folklora Gelê Kurd ji civakê re ragihîne û di nav civakê de hişmendî û hestyariya di van xalan de pêş bixe. Ji bo ku van hemûyan pêk bîne jî dê hewldanên xwe yên xwe mezinkirin û berbelavkirinê bidomîne. Ji bo ku Ajansa Welat li bakûrê Kurdistanê bibe çavkaniya ragihandinê ya bingehîn di serî de li herêma Serhed û Botanê dê hewl bide li hemû herêman xwe rêxistin bike; anku buroyên xwe veke, tora xwe ya nûçegihanan berfirehtir bike. Ji bo ku di weşanên xwe de zimanê kurdî bêtir rast, zelal, ji bandora wergera tirkî azade û standart bikar bîne dê hewl bide bi hemû sazî û dezgehên xwe re civîn û komxebatan pêk bîne û standardeke hevpar esas bigire.”
‘Çapemenî civakîbûna ziman xurt dike’
Dû re endamê DFGê Onder Akbûlût têkiliya di navbera çapemenî û ziman vegot. Onder Akbûlût bi bîr xist ku weşana bi zimanê Kurdî hilbijartineke siyasî û berpirsiyariyeke çandî ye û ev tişt anî ziman: “Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de şêwazê hizirîn û hestên neteweyekî ye. Çapemenî ne tenê şahidê rabirdûyê ye, lê di heman demê de damezrînerê pêşerojê ye jî. Rojnamevanên Kurd bi zimanê xwe vê paşerojê ava dikin. Çapemenî civakîbûna ziman xurt dike. Çapemenî her wiha ziman dike platformeke ji bo beşdariya civakî. Çapemeniya azad li dijî ziman û pergala serdest hişmendiyeke alternatîf diafirîne. Di saya çapemeniyê de, ziman êdî di nav diwarên malê derketiye û bûye zimanek giştî, polîtîk û çandî. Bi kurdî xebatên çapemeniyê meşandin, sê fonksiyonên bingehîn ku hebûna neteweyekê pêk tînin xurt dike; anku ziman diparêze, pêş dixe û azad dike.”
‘Weşangerî hişmendiya ziman ava dike’
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) Remziye Alpaslanê mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ziman weşangerî ziman berbiçav dike û zimanekî nivîskî yê hevpar çêdike. Remziye Alpaslan anî ziman ku bi rêya weşangeriyê materyalên perwerdehiyê tên derxistin û wiha got: “Weşangerî di gelek beşan de ziman bi pêş ve dibe û di nava civakê de hişmendiya ziman jî ava dike. Weşangerî fikir û ramanên kurdewariyê diparêze û hêmanên bingehîn ava dike.”
‘Kareke weşanxaneyên Kurdî avakirina neteweya demokratîk e’
Li ser navê Komeleya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Qahir Bateyî da zanîn ku nêzî 40 weşanxaneyên Kurdî hene ku li bakurê Kurdistanê weşanê dikin û bi hêza îmanê xwe li ser pêyan digirin. Qahir Bateyî destnîşan kir ku weşanger û weşanxane ji bo zimanê Kurdî çi bi destê wan bê dikin û got: “Her çiqas weşandin û çapkirina pirtûkan pêşveçûbe jî xwendina pirtûkan kêm bûye û heta gel ji xwendinê dûr ketiye. Kareke bingehîn ya weşanxaneyên Kurdî hişmendiya neteweya demokratîk e û weşanxaneyên Kurdî di vî warî de lawaz in. Divê weşanxane bi berhemên xwe hişmendiya neteweya demokratîk ava û belav bike. Di avakirina fikra neteweyî de jî weşanxane gelekî girîng e û divê vê erka xwe jî pêk bîne.”
‘Ziman bi xwendinê pêşdikeve’
Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mahmût Gulecan jî bi lêv kir ku wêjeya herî kevnar wêjeya Kurdî ye û ev yek di lêkolînan de jî derdikevin holê. Mahmût Gulecan da zanîn ku ziman bi xwendinê pêşdikeve û Kurdan jî ev yek fêm kirine û vegeriyane nivîsandinê. Mahmût Gulecan wiha dawî kir: “Xwedîderketina zimanê Kurdî bi xwendinê pêkan e. Her wiha îro em qala dîjîtalê dikin, heke em nexwînin em dê çawa ji berhemên Kurdî agahdar bin. Niha pêvajoyek dimeşe, lê em di çapemeniya xwe de vê pêvajoyê naşopînin.”
Piştî axaftinan rûniştin bi pirs û bersivan berdewam kir.