Meşa KESKê li Enqereyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak axivî û destnîşan kir ku heta hevalên wan vegerin ser karê xwe dê têkoşîna wan wan bidome.
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li dijî dûrxistina endamên xwe ku bi KHKiyan ji kar hatin derxistin, bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribû. Endamên KESKê di roja 4emîn a meşê de duh gihîştin Enqereyê. Endamên KESKê ku xwestin bimeşin ber Meclîsê hatin astengkirin. Komek endamên KESKê li ber Navenda Giştî ya Egîtîm Senê û komek jî li nêzî deriyê Meclîsê yê ji aliyê Çankayayê ve ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û dorpêçkirin. Kedkaran di bin dorpêçê de nerazîbûn nîşanî pêkanîna polîsan dan. Piştî demekê destûr hat dayîn ku her du komên kedkaran bigihîjin hev. Li nêzî deriyê Çankaya yê Meclîsê daxuyanî hate dayîn.
Kedkaran bi pankarta “Em ê karê xwe dîsa bi dest bixin, li dijî bê hiqûqiyê dimeşin” û berzkirina dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman.
‘Bila ev car aştî pêk were’
Li vir Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak axivî û anî ziman ku heta hevalên wan vegerin ser karê xwe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “9 sal in em li dijî KHKiyan têdikoşin. Piştî darbeyê 125 hezar karmend hatin îxrackirin. Heta hemû hevalên me vegerin li ser karê xwe em ê li qadan bin. Armanca me edalet, bidawîbûna sepanan bê hiqûqî û pêkhatina aştiyê ye. Firsenda aştiyê ku 10 sal berê ji dest ç3u divê vê carê pêk were.”
‘Ayfer Koçak da zanîn ku zext û sepanên li dijî demokrasiyê û hiqûqê piştî KHKiyan zêde bûne û ev çend roj in li dijî meşa wan rewşa awarte hatiye ragihandin û got ku ew ê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de berxwedana xwe ya bi israr berdewam bikin.
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Ji kedkarên îxrackirî Abdulrezak Yildiz jî ku 4 roj in di di meşê de bû, ev yek anîn ziman: “Em 9 sal in ji karê xwe hatine derxistin. Desthilat bi sepanên kêfî me ji kar derxist. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Heta em rê me hebê em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Nurşat Yeşîl a ku hatiye îxrackirin jî destnîşan kir ku heta vegerin ser karê xwe dê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna edalet û aştiyê bidomînin.
Piştî daxuyaniyê li ser nav ê KESKê heyetek ji bo hevdîtina bi partiyên siyasî re derbasî Meclîsê bû. Wê kedkar jî heta seat 17.00an çalakiya xwe li vir bidomînin.