Nûnerên Şaxa Egîtîm Senê ya Cizîrê ji ber ku cezayê tacîzkar Bûrak Ercan hat xerabkirin li navçeya Cizîrê nobeta edaletê dan destpêkirin.
Endamên Şaxa Egîtîm Senê ya Cizîrê ji ber ku cezayê hefsê yê tacîzkar Cîgirê Midurê Lîseya Pîşeyî ya Anatolyayê ya Cizîrê Bûrak Ercan ê ku destdirêjî li ser 38 zarokan pêk anîbû hat xerabkirin, li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîr a Şirnexê nobeta edaletê dan destpêkirin. Gelek kes û endamên partiyên siyasî serdana nobeta edaletê kirin.
Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnçê ku nobeta edaletê ziyaret kir anî ziman ku wan weke Tevgera Jinên Azad (TJA) doza Bûrak Ercan heya niha şopandiye û ew ê ji vir şûnde jî şopdarên dozê bin. Kesên di nobetê de ne jî derbarê doza tacîzkar Bûrak Ercan de agahî dan welatiyên hatine ziyaretê.