Polîsan bi ser TELE1ê de girt û Gerînendeyê Giştî yê weşanê Merdan Yanardag binçav kir.
Polîsan bi ser qanala TV ya TELE1ê de girt. Pêşkêşvanê bernameya “Pûsûlaya Sibehê / Sabah Pusulasi” Gokhan Kayiş di weşana zindî de ragihand ku polîs ketine hundirê avahiyê. Gokhan Kayiş da zanîn ku polisên TEMê ketine qanalê û dest bi lêgerînê dikin. Gokhan Kayiş da zanîn ku biryara 11mîn Dadgeha Cezayê Asliye nîşan didin.
Hat zanîn ku polîsan bi biryara dadgehê li mala Gerinendeyê Giştî yê qanalê Merdan Yanardag lêgerînê dikin û Merdan Yanardag binçav kirine.
Polîsên TEMê di serdegirtina TELE1 TVyê de jî lêgrînê berdewam dikin.







