Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok piştî civîna çapemeniyê pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo, em di qonaxeke pir girîng de ne. Divê êdî xebatên hiqûqî bêne kirin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Qendîlê, pirsên rojnamegeran bersivand.
Sabrî Ok ji bo pirsa têkildarî qanûnên berfireh a di daxuyaniyê de, ev bersiv da: “Ji bo pêvajo li gorî xwestek û bendewariya gelên me pêş bikeve, ev xebat heya asta niha hat. Ev yek tam hin xebatên hiqûqî yên demkî jî dixwaze. Weke bersiva tiştên ku heya niha me weke Tevger pêk anîne, divê di qada hiqûqî de hin tiştan bibîne yan jî pêvajoya derbasbûna hin gavên hiqûqî ye. Hîna pêvajoyek e, ne pêvajoyeke qediya ye. Hingî gav bên avêtin, pêvajo dê bi lez bibe. Em jî qanûnên taybet ên ji bo PKK’ê yan jî ji bo pêvajoyê dixwazin. Ne efûyek, têkoşîneke 50 salî heya roja îro hat. Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo, em di qonaxeke pir girîng de ne. Tenê weke bersiva vê, divê hin sererastkirin û qanûnên taybet hebin. Taybet û xweser e. Ev gavên pir girîng wê ji kuderê çi bi xwe re bîne, kîjan geşedanan derxîne holê ku raya me ya giştî û her kes mereq dike, pirskirina vê yekê û bendewariya her kesê xwezayî ye û di cih de ye. Em hêvî dikin ku kesên eleqedar û rayedar, dewleta Tirk jî van tiştan bifikire û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”
‘Divê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe’
Sabrî Ok ji bo pirsa “bendewariyên we tam ji Tirkiyeyê çi ne?” ev bersiv da: “Di dîroka berxwedanê ya gelan de, mînaka pirsgirêkeke mîna pirsgirêka Kurd tune ye. Nehatiye dîtin ku rêberê gelekê, hêzêkê û tevgerekê di şert û mercên zindanê de ji bo aştî û çareseriyê hewldan kiriye. Ev kesane divê di şert û mercên azad de vê yekê bimeşînin. Divê rasterast azad bibe. Rêber Apo hîna bi fîzîkî azad nebûye. Tevî vê yekê jî berpirsyariyeke dîrokî bi cih tîne. Rêber Apo jî divê demildest bi fîzîkî azad bibe ku di raya giştî de jî ev pir tê nîqaşkirin.”
‘Divê demildest komîsyon biçe Îmraliyê’
Sabrî Ok têkildarî pirsa derbarê xebatên Komîsyoan Meclîsê jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Gaveke girîng, muhîm bû. Komîsyoneke ku ji gelek partiyan pêk tê. Rasterast bi nav kir û wate jî da. Em jî girîng dibînin. Em xebatên wê yên heya niha nerênî nanirxînin, lê rola xwe tam nelîst. Ew jî çiye, ji dervey tevgera me gelek tevger û pêkhate, civaka sivîl heye, civak heye, hatin guhdarkirin. Komîsyona Meclîsê divê demildest biçe cem Rêber Apo û were guhdarkirin, ya esas ev e. Yê pêvajo daye destpêkirin û bi rê ve dibe Rêber Apo ye, lewma divê demildest were guhdarkirin. Bendewariya me ew e ku her kes rola xwe bi cih bîne.”
‘Divê her kes erka xwe pêk bîne’
Sabrî Ok di dewamê de wiha got, “Dewleta Tirk dem bi dem daxuyaniyan dide. Ev têkoşînek e, di daxuyaniya me de jî heye. Em her tiştê ji wan hêvî nakin, têkoşîn dixwaze, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em difikirin ku wê bandorên erênî çêbin.”
Pirsa “Eger Enqere pêdiviyên vê daxuyaniya we bi cih neyîne?” wiha bersivand: “Em erênî bifikirin, bendewariya me ew e ku di vê pêvajoyê de her kes li hemberî vê gava dîrokî berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Piştî vê gava dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd, bendewariya vekişîna dewleta Tirk a ji Başûrê Kurdistanê hate pirskirin. Sabrî Ok ev tişt got: “Piştî şerê 50 salî rewşa dîrok, sosyolojî û cîhanê Kurdistanê jî çavdêr dike û pêşniyar dike ku Rêber Apo bi paradîgmaya nû siyaset bimeşîne. Em li ser vê bingehê têkoşîna xwe didomînin. Bendewariya me ew e ku kesên eleqeder berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger ev berpirsyarî were bicihanîn, wê bandorên wê li ser Başûr û Rojhilata Navîn jî çêbin. Em israr dikin, her kes û dewleta Tirk divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Sabrî Ok herî dawî ji bo pirsa “Eger bersiva vê gavê neyê dayîn?” ev tişt anî ziman: “Em naxwazim tiştekî wiha tasarruf bikim. Rêber Apo di şert û mercên zindanê de ye, bi vî rengî çareseriya pirsgirêka Kurd ne pêkan e. Rêber Apo divê di şert û mercên welê de ku bikare azad bijî û azad bixebite. Divê azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin.”











