• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Îran: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Qonaxa ku em gihiştinê zemîna hiqûqê ye

Mahmût Altintaş / AW

30 COTMEH 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevka HDKê û endama komîsyona meclîsê ya DEM Partî Meral Daniş Beştaş anî ziman ku piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê divê zemîna hiqûqê bê avakirin û got: “Birêz Ocalan aktorê sereke ye.”

Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ew ji bo pêşiya pêvajoyê vêkin hemû hezên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê li hemû cihanê deng veda. Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok anî ziman ku divê ji niha şûn ve xebatên qanûnî bên kirin. Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku civînên xwe yên guhdarkirinê ber bi qedandinê ve dibe, ji bo amadekariyên taslaxên qanûnî jî xwedî berpirsyar e. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadîya Kurdistanê jî çavê gel ji xebatên komîsyonê ye.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama komîsyonê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, tekildarî daxuyaniya dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û xebatên komîsyona meclîse ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Divê zemîna hiqûqê bê avakirin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku piştî gava Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê pêvajo derbasî merhaleyeke nû bûye û wiha got: “Daxuyaniyeke dîrokî bû. Di 11ê Tirhmehê de jî bi şewitandina çekan Tevgera Azadiyê îradeyeke xurt nîşan da. Daxuyaniya vê dawiyê jî gaveke gelek girîng bû. Ji bo bingeha vê pêvajoyê piştî vê gavê divê edî pêvajo derbasî merhaleya hiqûqî bibe. Ji ber ku îro em qala berdana çekan dikin. Gelo wê çekan daynin ku? Ji bo vê hiqûq pêwîst e. Ew ê çawa werin tevlî siyaseta demokratîk bibin? Ji bo wê qanûn pêwîste. Divê ew hemû bê nîqaşkirin. Pêvajoya derbasbûyî komên ku hatin Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê hatin girtin. Tevgera Azadî jî dibêje; Em ê çekên xwe daynin lê em dixwazin tevlî civakê û siyasetê bibin. Ji bo avakirina civaka demokratîk dixwazin xebatên xwe bê çek berdewam bikin. Ji bo wê jî niha qonaxa em gihiştinê êdî qonaxa avakirina zemîna hiqûqî ye.”

Em naxwazin pêvajo dirêj bibe

Meral Daniş Beştaş li ser xebatên komîsyonê jî rawestiya û got: “Civînên guhdarkirinê ber bi dawî ve diçin. Piştre dê komîsyon derbasî merhaleya 2an bibe. Merhaleya 2an a komîsyonê amadekariyên pêşnûmeqanûn e. Tê payin ku hefteya bê guhdarî serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bikin. Hê ew ne zelal e. Lê em dizanin ew ê jî bê guhdarkirin. Îro jî Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dê bên guhdarkirin. Em ê pirsan ji wan bipirsin. Piştî van guhdarkirinan divê komîsyon êdî gavên berbiçav bavêje û taslaxên pêşnûmeqanûnan amade bike. Pişre jî wê van pêşnûmeqanûnan pêşkêşî Lîjneya Giştî ya Meclîsê bike. Em ê çawa pêşiya vê pêvajoyê vekin. Ji bo wê jî divê qanûnan derxin. Dê qanûnên ku rê li pêşiya aştiyê û civaka demokratîk vekin bê amadekirin. Hemû partî jî amadekariya xwe dike. Tê payîn ku komîsyon rapora encamnameya guhdarkirinan amade bike. Di wê rapora de ji bo derxistina qanûnan pêşniyaran bike. Niha em hatine asta 2an a komîsyonê. Em jî dixwazin ew pêvajo zêde dirêj nebe.”

Pêşniyarên DEM Partiyê

Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş diyar kir ku weke DEM Partiyê ew ê ji bo pêşiya pêvajoyê vekin pêşniyarên xwe pêşkêşî komîsyonê bikin û derbarê pêşniyarên pêşnûmeqanûna DEM Partî de got: “Di serî de pêşniyara me wê ji bo mafê hêviyê be. Birêz Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Lê tevî vê jî şert û mercên wî yên xebatê bi awayekî azad pêk nehatiye. Her tim nikare hevdîtinan bike. Ew jî ji bo pêvajoyê astengî ye. Ji bo mafê heviyê pêk bê û birêz Ocalan bikare di şertên azad de bixebite dê pêşniyarên me hebin. Ji bo endamên PKKê bikarin tev li siyaseta demokratik bibe, divê qanûn bên derxistin. Ji bo gerîlayên ku hatin neyên girtin û bi awayekî azad tevlî siyasetê bibin divê qanûn bên derxistin. Ji bo wê jî pêşniyara me hene. Dema ew qanûn derketin jî girtiyên ji doza PKKê girtîne divê bêne berdan. Divê kesên çûne sirgûnê jî vegerin welatê xwe. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan pêşniyarên me hene. Hevalên me yên siyasetmedar Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş û şeredarên me divê bên berdan. Ew qanûn ji bo van hevalên me jî derbasdar in. Piştî ew qanûn derket ew jî divê bên berdan. Divê qanûna, ‘Têkoşîna li dijî terorê’ bê rakirin. Ji ber ku Rêxistinê got me xwe fesîx kiriye. Ew qanûn jî hewcedariya wê nema. Ji aliyê din ve jî polîtikayên qeyûman bi dawî bibin û hevalên me vegerin ser karê xwe pêşniyarên me wê hebin. Xalên sereke ew in. Her wiha ji bo mafê zimanê Kurdî pêk were jî pêşniyarên me wê hebin.”

‘Li pêşiya çûyina grava Îmraliyê tu astengî neman’

Meral Daniş Beştaş li ser çûyina komîsyonê li Grava Îmraliyê jî destnîşan kir ku pêvajoya çûyina komîsyonê li gravê divê neyê dirêjkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demeke dirêj e çûyina komîsyonê li Grava Îmraliyê û hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re di rojeva me de ye. Me bi endamên komîsyonê re jî gotobêj kir. Bi awayekî aşkera tu partiyekê negot em naçin. Lê ew pêvajo gelek dirêj ajot. Xuya bû ku ew jî li benda gavan bûn. Lê êdî tu gav neman ku nehatin avetin. Gava 2an jî bi daxuyaniyeke dîrokî hat avêtin. Piştî vê êdî divê komîsyon şandeyeke ava bike û em di demeke kurt de biçin gravê. Êdî tu astengî li pêş çûyina grava Îmraliyê nema ye. Ez bawerim ew jî dê di demeke kin de diyar bibe. Neçûna komîsyonê li grava Îmraliyê di pêvajoyê de şikestinan çêdike. Banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan pêşiya pêvajoyê vekir. Lê ew pêvajo bi yek alî nameşe divê dûalî be. Divê desthilat û siyaset jî bersiva van gavan bide. Ew saleke ku çareseriya pirsgirêka Kurd rojeva sereke ye. Heta ew pirsgirêk çareser nebe, Tirkiye nikare bigêje demokrasiyê û pêkanîna mafê mirovan. Birêz Ocalan jî bi xebat û sekna xwe ya pêvajoyê xurt e. Ji bilî wî ew pêvajo nameşe. Ew aktorê sereke ye. Bêyî wî hevdîtin nabe.”

‘Divê ji niha û şûn ve gavên şênber bavêjin’

Di dawiya axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş li ser rexneyên li dijî xebatên komîsyonê axivî û got: “Em jî tev li rexneyên ku komîsyon xebatên xwe hêdî dimeşîne dibin. Em jî di komîsyonê de ne. Em zextê li ser komîsyonê dikin. Lê tenê bi hewldanên me nabe. 3 meh di ser avakirina komîsyonê re derbas bû. Lê hê jî em negihiştinê amadekariyên pêşnûmeqanûnan. Em di civîn û hevdîtinan de jî dibêjin. Divê êdî ji niha û şûn ve zêdetir gavên berbiçav bavêjin û bi lez bixebitin. Zêdetir baweriya gelan ji bo pêvajoyê mezin bikin. Her ku dirêj dibe bawerî jî kêm dibe. Ji bo wê jî xebatên ji niha û şûn ve divê baweriya gel jî zêde bike.”

Etîket: Abdullah OcalankanûnMeclîsMera Daniş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike LEZGÎN

25 GULAN 2026
Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

24 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

22 GULAN 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

20 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (654)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne