• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê: Serkeftina Rojava serkeftina vê derê ye

Mêrdîn / AW

26 KANÛN 2024 - 16:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Nobeta li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin didome. Beşdarvanên tev li nobetê bûn wiha gotin: “Serkeftina Rojava serkeftina vê derê ye.”

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 14an de didome. Nobet bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê meşandin.

Çalakvan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Ji şer re Na” li xwe kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Dayik bi stranên xwe piştevaniya nobetê kirin. Her wiha ji Sêrtê şandeyek îro tev li nobetê bû. Di nobeta ku 14 roj in didome de daxuyanî hat dayîn.

‘Şerê li Rojava berpirsyara me hemûyan e’

Dayika Aştiyê Perîhan Altûg di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojava di bin berpirsyariya me hemûyan de ye. Em hemû di bin şer û bombebaranê de ne. Ji bo dawî li vî şerî, xwînrijandin û şerê qirêj bînin em li vir in. Yên ku li her derê vê xwînrijandin û şerê qirêj bi dawî bikin em Kurd in. Em Kurd in û li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em 40 sal din jî têbikoşin, divê dawî li şer bê. Kurd aştiyê dixwazin. Şer bi kêrî kesî nayê. Şerê li Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Jin û zarok li wir tên qetilkirin. Êdî bes e û bila dayîk êdî negirîn. Em aştî û edaletê dixwazin.”

‘Werin em bibin yek’

Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mustafa Dayana axivî û wiha got: “Dayikên me yên bi rûmet 14 roj in berxwedaneke hevpar nîşan didin. Şerê qirêj ê îro bi armanca tunekirina mirovahiyê ye. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em şer qebûl nakin. Gelê Rojava ji bo nasname, çand û hebûna xwe têdikoşe. Li dijî gelê Kurd her cure şerên qirêj tên meşandin. Serkeftina Rojava serkeftina vê derê ye. Em dilê Rojava ne. Werin em bibin yek. Em bang li dewleta Tirk dikin; Em aştiyê dixwazin ne şer.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Dayika AştiyêDBPDEM PartîNisêbînNobeta ser sînorQamişloTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

13 GULAN 2026
Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026
Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

13 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026
Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (411)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne