Devlet Bahçelî piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Berdana Selahattîn Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Ji bo Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ‘rêyên hiqûqî’ êdî gihiştiye encamê. Berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Selahattîn Demîrtaş de biryara “binpêkirina maf” dabû û biryar dabû ku Demîrtaş demildest were berdan. DMMEyê duh jî îtîraza Tirkiyeyê red kir û bi redkirina vê îtîrazê re biryara binpêkirina maf a derbarê Demîrtaş de teqez bû.
Her wiha hêjayî bi bîr xistinê ku îro salvegera girtina Demîrtaş û hevalên wî ye. 9 salên dîlgirtina Demîrtaş tije bû û îro ket sala 10emîn.













