Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, dê di civîna xwe ya roja Pêncşemê de biryara serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komîsyon dê di vê civînê de li ser xebatên ku wê ji niha û pê ve bike, gotûbêj bike. Komîsyona ku dê di roja û saeta navborî de bicive, dê mijara serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî bîne rojevê û nîqaş bike. Ger piraniya endamên komîsyonê di warê serdanê de deng bikar bînin, wê serdan were plankirin. Her wiha li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komîsyon dê biryarê bide ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û fikrên wî yên derbarê pêvajoyê de guhdarî bike.













