Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê û Şaxa SESê ya Amedê ji bo balê bikişînin ser nexweşiya penceşêrê û rêbazên tedawiya wê panelek li dar xistin.
Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê û Kedkarên Sendîkaya Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Amedê bi sernavê, “Bal kişandina ser nexweşiya penceşêrê û di tedawiya wê de geşedanên nû” li avahiya ÇandAmedê panelek li dar xist. Gelek welatiyên ji nexweşiya penceşerê tedawî dibin, gelek welatî û xebatkarên tenduristiyê beşdarî panelê bûn. Hevseroka SESa Amedê Yildiz Orak Ok modretoriya panelê kir û Serokê Komeleya Penceşêrê ya Tîrêjên Rojê Dr. Halîs Yerlîkaya û Prof. Dr. Gokhan Demîr jî wek axêver di panelê de amade bûn.

Axaftina destpêkê Yildiz Orak Ok kir. Paşê jî Dr. Halîs Yerlîkaya û Prof. Dr. Gokhan Demîr li ser rêbazên tedawiya nexweşiya penceşêrê axivîn û agahiyan dan. Bijîşkan her wiha bal kişand ser xizmeta tenduristiyê ya bi Kurdî û xwestin li nexweşxaneyan bi Kurdî jî xizmeta tenduristiyê pêk were.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

















