Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya meşa ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de got, “Hêviya ku tevî hemû hewldanên me her tim nivî hat hiştin, îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve şîn dibe.”
Li bajarê Kolnê yê Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hat lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji tevahî mirovên ji aştî û azadiyê bawer dikin, ji dostên xoşewîst, hevrê û hevalan hemûyan re silav
Hûn ji çar aliyên Ewropayê hatin cem hev û we Meşa Mezin a Kolnê pêk anî. Ev gava we avêtiye, pirr girîng e.
Ev ne tenê ji bo azadiya min e, ev ji bo çareseriyeke demokratîk a doza Kurd e û ji bo têkoşîna aştiyeke bi rûmet e.
Hûn bi vê gavavêtina xwe, biryardarî, wêrekî û hêviyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji nû ve geş dibe.
Azadiya min, ji azadiya hevpar û demokrasiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne cuda ye.
Wexta ku em dibêjin azadî, em ji aştî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev re dibêjin azadî.
Bi vê meşê, hûn daxwaza me ya çareserî, demokrasî û azadiyê ji cihanê re radigînin. Em vê, bi îradeya xwe hewl didin pêş bixin û pêk bînin.
Her çend navber bikeviyê û qut bibe jî em ji sala 1993yan ve van hewldanên xwe yên aştî û diyalogê didomînin. Ev hewldanên me nîşan didin ku li ser van erdan xuşk-biratî pêkane.
Tevî hewldanên me hemûyan jî hertim hêvî di nîvê rê de hat hiştin, lê îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve bi ruh û gewde dibe.
Ya rastî, ev pêvajo ji pêvajoya şoreşê ya negatîf derbasbûna pêvajoya şoreşê ya pozîtîf e. Divê ev karekterê pêvajoyê weke rastiyeke gerdûnî û dîrokî were fêhmkirin.
Li ser diyardeya Kurd û têkoşîna wî awayekî nehuqûqî hat ferzkirin, em niha derbasî zemînê huqûqî dibin û em ê li ser vî bingehî têkoşînê bikin.
Ha bi vê meşa we ya bi qîmet wê têkoşîna çareserî û aştiyê bi pêş bikeve û bipişkive.
Hevrê û hevalên hêja!
Ji bo gelê Kurd bi awayekî destûrî li cem Komarê were qebûlkirin û hebûna xwe weke hemwelatiyekî wekhev li ser zemînekî demokratîk bidomîne, pêdivî bi siberojeke demokratîk a Tirkiyeyê heye.
Dîsa hem ji bo li Sûriye û hem jî li her devera Rojhilata Navîn, ji bo Kurd bêyî ku dev ji hebûn û azadiya xwe tawîz bidin, bi tevahî bawerî û gelan re bi awayekî wekhev, azad û aştiyane bijîn û divê ji vê re pêşengiyê bikin.
Em vî dengê we yê li Ewropayê bilind dibe dibihîsin û em dizanin ku muxateb hemû vî dengî dibihîsin.
Ji ber ku hûn ji ber kirinên antî-demokratîk neçar mane derkevin derveyî welêt, hûn wijdanê çareserî û aştiyê ne.
Her hewldana we, gaveke ji bo xuşk-biratî û aştiyê hatiye avêtin.
Ez yeqîn dikim ku bi vê îradeya we, gelê Kurd û bindest hemû, wê bigihîjin siberojeke azad û demokratîk.
Ez we hemûyan bi hezkirin û hurmeteke naqede, herûher silav dikim.
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Îmraliyê, Mijdar 2025”













