Amed – Fesîh Kaya yê ku li Çarşiya Şewitî ya Amedê cilên kevn difiroşe diyar kir ku êdî xelk nikare cilên kevn jî bikire û got: “Hin rojan ez nikarim sîftehê jî bikim.”
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî bandorek neyînî li civakê dike. Gel wekî berê nikare cilên nû bikere. Dema ku tiştekî nû bikire dikan bi dikan digere û tiştên herî erzan dikire. Ji ber bihabûn û krîza aborî welatî nikarin cilên nû bikirin û neçar in berê xwe bidin û biçin cilên kevn bikirin. Cil û pêlavên kevn li ser dezgehan li dijî cilên nû wekî alternatîfekê li benda mişteriyên xwe ne. Fesîh Kaya yê ku cil û bergên kevn difiroşe têkildarî rewşa karê xwe axivî.
‘Karê me gelek kêm bûye’
Fesîh Kaya yê 62 salî diyar kir ku ev 10 sal in dest bi karê firoşkariya cilên kevn kiriye û wiha got: “Berê min karê erebeyên çekçekê dikir. Min nedikaribû debara xwe pêk bikira û min dev ji karê çekçekê berda. Paşê min li vir dezgeha cilan vekir û dest bi karê firotina cilên kevn kir. Dema min dest bi karê cilforiyê kir kar hinek baş bû. Berê her tişt erzan bû, di nava rojekî de min gelek cil difirot. Îro her tişt biha bûye, ji bo wê tu kes nikare êdî cilên kevn jî bikire. Berê aborî dîsa hinek îdare bû, gel dikaribû cilên kevn bikere. Êdî tu kes nikare cilên kevn jî bikire. Karê me gelek kêm bûye.”
‘Di berîka gel de pere tune ye’
Fesîh Kaya destnîşan kir ku bi hatina demsala payîzê re karê wî hinek din zêde dibe û got: “Dema demsal dibe payîz karê me hinek zêde dibe, ji ber ku çakêt û montên nû gelek biha ne, kes nikare bikire lewma gelek mişterî tên ji min dikirin. Gel nikare cilên nû bikire. Lê dîsa jî kar li gorî berê gelek kêm e. Em jî nizanin em ê çawa bikin? Di berîka gel de pere tune ye. Hin rojan em nikarin sîftehê jî bikin.”




















