Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salîh Mûslîm der barê encama hevdîtina Trump û Şara de got: “Em dikarin bibêjin ku Tirkiye êdî peymana 10ê Adarê qebûl kiriye. Bi vê peymanê dê pirsgirêka kurd çareser bibe.”
Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salîh Mûslîm têkildarî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara û hewlesta Tirkiyeyê de ji Xwebûnê re axivî.
Salîh Mûslîm di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê hevdîtina Ahmet Şara û Trump wek gaveke nû dibînin. Konjuktor jî êdî amade bû ku gav bên avêtin. Ji bo tiştên ku niha pêk bên jî amadekirî di lûtkeya şermeşêxê û cihên cuda de dihatin kirin. Biryarek li dijî terorê hatibû girtin. Şara jî niha ji bo vê yekê çûye DYAyê. Di hevdîtinê de gelek xal hatine nîqaşkirin û li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûne. Tişta herî balkêş jî ew e ku Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî li wir bû. Ew jî tev li civîna ku pêk hat bû. Di vê civînê de rola Tirkiye, Şara, DYA, hikûmeta Sûriyeyê û hêzên koalîsyonê hatine nîqaşkirin. Û îxtîmaleke mezin li ser gelek xalan jî lihev kirine. Em jî wek PYDê vê hevdîtinê ji bo Rojhilata Navîn wek gaveke erênî dibînin.”
Salîh Mûslîm li ser şêweya pêşwazîkirina Ahmet Şara got: “Ji ber ku neqebûlkirineke li dijî Şara heye lewma ew wek serokkomarek nehat pêşwazîkirin. Lê ev pêşwazîkirin di deriyê pişt de hatibe kirin jî bandora xwe li biryarên ku bên girtin nake.”
Nîqaşa li ser terorê
Salîh Mûslîm da zanîn ku di hevdîtinê de nîqaş li ser têkoşîna li dijî terorîzê hatiye kirin û wiha axivî: “Ji bo silametiya Sûriyeyê mijara sereke têkoşîna li dijî terorê ye. Niha ev teror wek DAIŞê tê pênasekirin lê gelek kom hene ku divê di nav Sûriyeyê de bên bandor kirin.”
Salîh Mûslîm di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ku li ser Ahmet Şara û hin kesayetên din hatine rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeyên ku ji ser Şara û hevalên wî hatine rakirin ji bo karibin rehettir tevbigerin hatine rakirin. Lê divê qedexeyên li ser tîcaretê jî bên rakirin. Ji ber ku yên herî zêde ji vê bandor dibin gelên Sûriyeyê ne. Rakirina qedexeyan dê bi awayeke erenî bandor li ser me jî bike. Dibe ku MSD rehettir karibe tevbigere. Herwiha ji aliyê pêşxistina projeyan de jî dê xwedî bandoreke erênî be.”
Lihevkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Salîh Mûslîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji tevlivbûna civînê ya Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî diyar dibe ku li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye nîqaşkirin. Lê naxwazin vê mijarê bikin rojev. Piştî ku Şara vegere Sûriyeyê dê bi HSDê re li ser vê mijarê were axaftin. Ez bawerim dê der barê mijarê de hefteyên pêş me li Şamê civîneke berfireh pêk bê. Dê rayedarê DYA û koalîsyonê jî di vê civînê de amade bin. Lê dîsa dibêm diyar e ku Tirkiye, DYA û Şara li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirine û li hev jî kirine. Lê ev mijar dê hefteyên pêş me li Şamê diyar bibin.”
Girîngiya peymana 10ê adarê
Salîh Mûslîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peymana 10 adarê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Sûriyeyê peymaneke girîng e. 8 bendên ku di vê peymanê de hatine qebûlkirin xizmet ji herkesê re dikin û herkes dixwaze ku ev bend pêk bên. Lê heta niha ew li dijî vê peymanê derdiketin. Tirkiye jî ji ber ku ne di nav amadekirin û îmzekirina peymanê de bû dixwest ev peyman hilweşe. Lê di civîna ku niha pêk hatiye de ji ber ku wezîrê Tirkiyeyê jî cih girtiye em dikarin bibêjin ku Tirkiye êdî vê peymanê qebûl kiriye. Ji bo ev peyman pêk bê gelek hevdîtin dihatin kirin lê nikaribûna vê peymanê erê bikin. Ji ber ku çavên wan li Tirkiyeyê bû. Lê niha hevdîtin hatine kirin û bi pêkanîna peymana 10ê adarê dê gelek mijar bên çareserkirin. Pirsgirêka kurd jî di nav de.”
Asîmîlasyon û entegrasyon
Salîh Mûslîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha asîmîlasyon heye û entegrasyon heye. Em dixwazin li ser esasê demokrasiyê entegreyî Sûriyeyê bibin. Divê em li ser zagonên hiqûqî li hev bikin. Heke ji du aliyan yek ji demokrasiyê bawer neke. Tu nikarî pê re entegrasyonê pêk bînî. Ji ber vê yekê divê Şan jî wek me ji demokrasiyê bawer bike û Amerîka jî di vê mijarê de bibe alîkar. Lê heke di nav hewldana helandinê de bin wê demê em nikarin behsa entegrasyonê bikin. Ji bo HSD entegrasyonê pêk bîne divê hikûmeta Şamê saziyên xwe ava bike.”












