* Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor diyar kir ku ew li ser bingeha manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji bo 25ê Mijdarê amade dikin û got ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî tundiyê û mêrperestiyê berdewam dike. Gezgor got ku ew li 15 bajaran atolyeyên li dijî tundiyê li dar dixin.
* Komîsyona Plan û Budçeya Meclisa Tirkiyeyê, plan dike ku di 2026an de 2 qatî lêçûna Wezareta Tenduristiyê, budçeyê ji Wezareta Parastinê re veqetîne. Komîsyon plan dike ku ji bo Wezareta Parastinê 2 trilyon û 155 milyar tl û ji bo Wezareta Tenduristiyê jî trilyonek û 474 milyar û 947 milyon û 780 hezar lîre veqetîne.
* Xemê Ete ya ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de 3 zarokên xwe winda kirin li ser pêvajoya heyî axivî û gavneavêtina dewletê rexne kir. Xemê Ete xwest aştiyeke baş çêbibe û got: “Divê ewil Serokê me azad bibe, hepsiyên me bên berdan.”
* Akademîsyen Kamuran Berwarî têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê diyar kir ku PDK, YNK û partiyên Kurd nêzî 60 kursî bi destxistine û heke bi ruhê neteweyî tevbigerin û bi beşên din re tifaqan bikin dikarin hikûmetê ava bikin.
* Li Amedê her ku diçe hewa qirêjî dibe. Hevserokê Odeya Endezyarên Hawîrdor ya Amedê Resul Lîder diyar kir ku li Amedê her ku diçe hejmara erebeyan zêde dibe, ev jî hewayê qirêj dike û got: “Her sal nêzî 7 mîlyon kes ji sedema qirêjiya hewayê jiyana xwe dest dide.”
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de dê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (11.30)
* Tevgera Jinên Azad dê di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê de li dijî talana li ser xwezaya Şirnexê li Bajarokê Deştadarê ya Hezex berûyan berhev bikin. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî cinayeta kar ya li Pasûrê dê li peşiya AZC Plazayê daxuyanî bide. (17.30)
Kirmanckî
* Yadîgar Dogan Topçûye 24 serrî xerîbîye ra dima ama dewa xo Salordeka rindeke. Kesê ke seba rindekîya Salordeke yênê çopê xo erzenê ey dormalan û şonê înan ra vana: “Dormeyê xo pak bîjerê, no welat yê ma pêrune yo.”
* 15ê Teşrîna Peyêne de Seyîd Riza û embazê ey ameyê qetilkerdene. Sergerra qetilkerdişê Seyîd Riza û embazanê ey û averşîyayîşanê peynî ser o Serekê Cemxaneyê Bagcilarî Zeynel Koç va ke qetilkerdişê Seyîd Riza tena qetilkerdişê rayberê kurdêk nê, werte ra hawanayîşê bawerîya elewî û şarê kurdî bi.












