Baroya Wanê derbarê agahiya ku her 2 DNAyên li ser bedena Rojîn Kabaîş hatine tespîtkirin neperîne de daxuyanî da û ev geşedan piştrast kir.
Ajansa Mezopotamyayê, derbarê dosyaya xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş de agahiyek nû bi dest xist û da zanîn ku her 2 DNAyên li ser bedena Rojîn Kabaîş hatine tespîtkirin neperîne. Li ser vê geşedanê Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê daxuyaniyek belav kir û ev agahî piştrast kir. Baroyê di daxuyaniyê de anî ziman ku li gorî rapora Beşa Pisporiya Biyolojiyê ya Saziya Tipa Edlî ya di 14ê cotmeha 2025an hatiye parvekirin de tê gotin ku nimûneyên 134 mêran ku bi gumana neperînê hatibûn girtin, bi DNAyên li ser laşê Rojîn Kabaîş hatine dîtin re hatine berawirdkirin. Baroyê destnîşan kir ku di encama vê berawirdkirinê de neperîna DNAyê nehatiye dîtin û dê nimûneyên kesên din ên gumanbar ji Beşa Pisporiya Biyolojiyê re bê şandin.
Her wiha Baroya Wanê da zanîn ku wan derbarê mijarê de xwestekên xwe yên têkildarî dosyayê pêşkêş kirine û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş bidomînin.













