* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nêzî du salan e hê jî hewl didin bermayiyên qeyûman li pey xwe hiştiye çareser bikin. Tevî hewldanê şaredariyê jî hê jî gelek kêmasiyên li bajêr hene û welatiyên Amedê ji ber van kêmasiyan ji şaredariyê bi gazinc in.
* Li Amedê gaveke dîrokî bi “Modela Budçeya Gel” a Şaredariya Rezanê tê avêtin. Gel cara yekem rasterast xizmet û projeyên ku li taxan bêne kirin bi xwe diyar kir. Ev model ku li Bakurê Kurdistanê di asta şaredariyeke navçeyê de cara yekem pêk tê.
* Avahîsaz Şerefxan Aydin li ser taloqkirina restorekirina bircên Amedê ku bi salane hê neqediyaye anî ziman ku restorekirina bircan di bin berpirsyariya Wezareta Çandê de ye û wiha got: “Mixabin dîroka hezar salan heya vê rojê hatibû parastin di nav çend salan de bi destê dewletê reseniya wê ji holê hatiye rakirin.”
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari dê li Amedê li avahiya Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi hevşaredarên partiya xwe re bicivin. (10.30)
* Bi pêşengiya TJAyê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan dê li Pira Dehderî jin bicivin û çalakiyek li dar bixin. (17.30)
Kirmanckî
* Serekê PSAKDî Cuma Erçe eşkera kerd ke seba ke prosesê “Aştî û Komelê Demokratîkî” bi serkewtiş dewam biko, çi wezîfe bikewo mile înan ser, ê amade yê ke bîyarê ca û wina va: “ Rayîro ke nêameyo ceribnayene, aştî bîya. Nika wextê aştî yo. Îhtîyacîya kurdan, elewîyan û pêro welatijanê nê welatî aştî est a.”











