* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û got: “Ji Dêrsimê heta Roboskî û Cizîrê, heta ku birînên gelê Kurd neyên dermankirin, em nikarin aştî û demokrasiyê ava bikin. Em dixwazin Komîsyonên Heqîqetê werin avakirin, em vekirina arşîvên dewletê dixwazin.”
* Di ser darvekirina Seyîd Riza û 6 hevalên wî re 88 sal borîn. Lê gelê kurd her sal Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr tînin û di şopa wî de dimeşin û soza bilindkirina têkoşîna wî didin.
* UNESCOyê di sala 2015an de ji bo parastinê Baxçeyên Hewselê xistibû nav Lîsteya Mîrateya Cîhanî. Her çiqas Hewsel ji bo parastinê di nav lîsteya navborî de be jî îro bi gefa windabûnê re rû bi rû maye. Ekolojîst Zekî Kanay bang û hişyariya xwedîderketina li Hewselê dike.
* Hevşaredarên navçeya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan anîn ziman ku hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e û gotin: “Dema ku vîna me hate desteserkirin jî hemû gelê me bû yek û mil bi mil bi rojan çalakiyan li dar xistin.”
* Pazarvanên Enqereyê destnîşan kirin ku welatî ji ber bihabûnê nikarin dan û standinê bikin û gotin: “Para gel di budçeya sala nû de tune ye. Divê budçe zêdetir ji bo aboriya welatiyan bê veqetandin.”
* Baroya Şirnexê dê derbarê pêkanînên gardiyan û rêveberiya Gîrtîgeha Tîpa T a Şirnexê ku li ser girtiyan pêk tîne daxuyanî bide. (10.00)
* Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê kongreya xwe ya giştî bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Enqereyê li dar bixe. (10.00)
* Bi tevlibûna Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê bi boneya bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî li Qada Seyîd Riza daxuyanî bê dayîn û bernameya bîranînê bê lidarxistin. (12.00)
* ÎHD û malbatên kesên hatine windakirin dê çalakiya 875emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya Amedê li dar bixin. (12.00)
* Nobeta Edaletê ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê ve li dijî destdirêjiya li ser zarokan pêk tên, di hefteya 5emîn de berdewam bike. (12.00)
* Siyasetmedar û jinên nivîskar dê pirtûka bi navê “Çîrokên Jinên di Zindanê de” ku ji 11 çîrokên jinên girtî yên di zindanê de pêk tê dê li ÇandAmedê îmze bikin. (14.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amed, Wan, Şirnex û gelek deverên din Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr bînin û daxuyanî bên lidarxistin. (11.00-17.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan dê li resturantekê xwarina piştgiriyê bide. (19.00)
Kirmanckî
* Sergerra qetilkerdişê Seyîd Riza û embazanê ey ser o Hemserekê DBP’î Keskîn Bayindir va ke têkoşînê bi heqîqetî rîbirîameyîş o! Û wina va: “Dêrsimî ra heta Roboskî û Cizîre heta ke dirbê şarê kurdî nêbê dermankerdene, ma nêeşkenê aştî û demokrasîye awan bikerê. Ma wazenê ke Komîsyonê Heqîqetî bêrê awankerdiş, ma akerdişê arşîvanê dewlete wazenê, ma waştiş û vengê şaranê bindestan pawenê. Çimkî, aştî ancax bi têkoşînê edaletî mumkun a.”
* Velî Yildiz, xeyle ser yo ke pîren û tûman, kince pazende keno pay. Îye ke 38 de be kefenû şîye hexîyo xo, înû ser vano ke: “Rayê ma rayê înû yo, înû masûmê pak bî, çixa ke dez boncîmê, sare ma veren, vûnca rindîye haştîye bero vatene.”
* Serekê ABF’î Mustafa Aslan îzeh kerd ke tarîxê modernbîyayîşî yê Osmanî û dima ra zî Komare, paradîgmayêka tirk û sunîye ser o awan bîya, esas gêno û wina va: “Tirk û sunîbîyayene, mana wayîrê welatî bîyayene rê yena. Komare de elewîyî qirkerdişî ra ameyî xelisnayene û sey beşêko îtîqadî yo ke ganî asîmîle bibo û bibo sunî, ameyî vînayene.”










