• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

Şirnex / AW

15 MIJDAR 2025 - 10:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Şirnexê diyar kir ku li Girtîgeha Şirnexê mafên girtiyan tên binpêkirin û girtî bi lêdan û îşkenceyê re rû bi rû dimînin.

Baroya Şirnexê têkildarî lêkolînên Komîsyona Girtîgehan a Baroyê ya li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li avahiya baroyê daxuyanî da. Baroya Şirnexê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan li ser daxwaza malbatên girtiyan komîsyon ava kiriye û ew çûne bi girtiyan re hevdîtin pêk anîne. Her wiha di hevdîtinan de derketiye holê ku girtî bi tundî û îşkenceyê re rû bi rû mane.

Di daxuyaniyê de bi tabyetî jî girtiyê bi navê Nûrûllah Çîn pêkanînên li ser xwe anîne ziman. Li gorî hevdîtina bi Nûrûllah Çîn re; ew dixwaze ji qawîşa girtiyên bêalî derkeve lê rêveberiya girtîgehê tu dem bersiv nade daxwaznameyên wî. Dema ku Nûrûllah Çîn daxwaz kiriye bi gerînendeyê girtîgehê re hevdîtinê pêk bîne bi êrîşa gardiyanan re rû bi rû maye. Her wiha Nûrûllah Çîn ji bo tundiya li ser wî pêk tê protesto bike hewl dide dengê xwe derxîne û vê carê leşker û gardiyan gaza îsotê li odeya wan direşînin û carek din îşkence li girtiyan dikin.

Baroya Şirnexê anî ziman ku wan di hevdîtinên xwe de tespît kiriye ku li Girtîgeha Şirnexê binpêkirinên mafan diqewimin.

Binpêkirinên mafan bi vî rengî ne:

* Mafê hevdîtina bi rêvegeriya girtîgehê re tê astengkirin

* Girtî rastî pêkanînên kêfî û qedexeyan tên

* Li ser girtiyan tundî, lêdan û muameleya nebaş pêk tên

* Li dijî girtiyan tundiya bi gaza îsotê pêk tê

* Dermankirina girtiyên nexweş û birîndar tê astengkirin

* Derveyî hiqûqê cezayê hucreyê tê dayîn

Baroya Şirnexê di dawiya daxuyaniyê de daxwaz kir ku derbarê pêkanînên li ser girtiyan de lêpirsîn were destpêkirin û kesên van pêkanînan dikin werin darizandin.

‘Em ê ji bo pêşîlêgirtina êrişan tişta hewce bikin’

Rêveberê Baroya Şirnex Mendûh Erdem derbarê pêkanînên li ser girtiyan de ji ajansa me re axivî û got: “Li ser daxwaza malbatên girtiyan em çûn girtîgehê. Bi rastî ev pêkanîn nayên qebûlkirin û weke baro em ê ji bo pêşîlêgirtina van êrişan tişta hewce be bikin.”

Etîket: Baroya Şirnexêbinpêkirina mafên girtiyanGirtîgeha Şirnexêîşkence
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot

Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot

1 HEZÎRAN 2026
Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

21 GULAN 2026
Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

18 GULAN 2026
Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

16 GULAN 2026
Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

28 NÎSAN 2026
Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê ya bi Kurdî der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (365)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne