Leşkerên Îranê di 2 rojên dawî de li rojhilatê Kurdistanê 2 birayên hev kuştin û 3 welatî jî binçav kirin.
Êrîşen Rejîma Îranê ya li dijî welatparêz û çalakvanên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê didomin. Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku leşkerên rejîma Îranê di du rojan de 2 welatiyên Kurd kuştine. Torê da zanîn ku leşkeran çalakvanek girtiye û 3 welatî jî binçav kirine.
Tora Mafên Mirovan destnîşankir ku leşkeran di 15ê mijdarê de welatî Êriş Zendî Nawgeran ê ji bajarê Sineyê girtine.
Dadgeha Şoreşê ya Sineyê di 18ê sibatê de bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ 6 meh cezayê girtîgehê li Êriş Zendî birî bû. Rêxistinê, di 13ê mijdarê de Yasir Ediwayî û Selman Ediwayî binçav kirin. Welatiyên ku hatîn binçavkirin xelkê gundê Silêniyê yê bajarê Sineyê ne.
Kawe Ebdî ji bajarokê Dîwandereyê yê bajarê Sineyê ye. Hêzên Wezareta Îtlaatê bêyî fermana dadwer ew binçav kirin.
Rêxistinê da zanîn ku di heman rojê de bira Xalis Perwazî (35) û Yusif Perwazî (42) yên ji gundê Qinleyê yê bajarokê Xoyê yê li sînorê Urmiyeyê di êrişa leşkerên Îranê de hatin kuştin. Hêj cenazeyên wan radestî malbatan nekirine.













