• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê li Wanê pêşengeha jinên hatine kuştin vekir

Wan / AW

17 MIJDAR 2025 - 15:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê de li Navenda Pêşangehê ya Şaredariya Rêya Armûşê pêşangehek vekir û di pêşengehê de wêne û kurtejiyana jinên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û jinên hatine kuştin hatin nîşandan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Navenda Pêşangehan a Şaredariya Rêya Armûşê pêşangehek vekir. Ji bo pêşangehê ku wêne û kurtejiyana jinên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane tên nîşandan. Merasîma vekirinê ji bo pêşengehê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û saziyên demokratîk û gelek welatî tev li merasîma vekirina pêşangehê bûn.

‘Qirkirina jinan bi awayekî polîtîk û îdeolojîk tê meşandin’

Neslîhan Şedalê di merasîmê de axivî û da zanîn ku di van rojên dawiyê de jî gelek jin hatine kuştin. Neslîhan Şedalê diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj ên qirkirina jinan têkoşîna wan roj bi roj mezintir dibe û got: “Ev pêşangeha me ya wêneyan ji bo jinên ku bi polîtîkayên qirêj hatine qetilkirin hatiye vekirin. Qirkirina jinê bi awayekî polîtîk û îdeolojîk tê meşandin. Bi hezaran salan e hişmendiya desthilatdar a zilam li ser hebûna jinê, li ser xwebûna jinê xwe dimeşîne. Di encama polîtîkayên zayendperestî ve di rojekê de bi dehan jin tên qetilkirin, windakirin û bi sedan, bi hezaran jin rastiyê tundiyê tên. Em ber bi 25ê Mijdarê ve diçin û li dijî van polîtîkayan raperîna xwe mezin dikin.”

‘Civaka demokratîk wê bi pêşengtiya jinan ava bibe’

Neslîhan Şedalê destnîşan kir ku wê civaka demokratîk bi pêşengtiya jinan ava bibe û wiha axivî: “Em ê di vê pêşangehê de înada Sarayan, keniya Hevrîn Xelefan, zanebûyîna Nagîhan Akarselan, şopdarên heqîqetê Cîhan Bîlgînan bibînin. Van hevalan ji bo ku civakeke demokratîk ava bibe jiyana xwe weke bedel dane û bi awayekî qirêj hatine qetilkirin. Cîhan Bîlgîn, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn çend ji wan hevalan in. Ev heval li dû şopa heqîqetê diçûn, qetilkirina jinan teşîr dikirin û rûyê kujeran ên qirêj didan nîşan. Jiyana van hevalên me jiyaneke ji rêzê nebû. Em soz didin ku em ê şopdarê heqîqetê û hevalên xwe bin.”

Piştî axaftina Neslîhan Şedalê, jinan bi tilîliyên Dayikên Aştiyê ketin navenda pêşangehê. Pêşangeh dê sibê jî berdewam bike.

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanNeslîhan ŞedalTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

24 HEZÎRAN 2026
TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

21 HEZÎRAN 2026
‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

‘Cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn êrişeke li dijî vîna jinê ye’

20 HEZÎRAN 2026
TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

19 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (694)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne