Serokê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de got: “Komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî. Heke kesek xwe nede ber serdana Îmraliyê, ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de li ser geşedanên dawî axivî. Devlet Bahçelî, têkildarî pêvajoya piştî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin diyar kir ku komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî û got: “Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim 3 hevalên xwe bidim gel xwe û biçim Îmraliyê.”









