Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij li Tirkiyeyê di sala dawî de 62 hezar mirov ji ber hewaya qirêj mirin e. Dûxan ango dûkêla mazotê, benzînê û hemû sotemeniyên fosîl û mînarelan dibin mîqrob û sedema mirinê.
Sal bi sal rêjeya hewaya qirêj li Tirkiyeyê û cîhanê zêde dibe. Her sal ji ber hewaya qirêj li cîhanê bi milyonan mirov dimirin. Li gorî raporan di 2022an de 68 hezar û 440 mirov, di sala 2024an de jî li Tirkiyeyê zêtirî 63 hezar mirov ji ber hewaya qirêj mirin. Li Îranê di saleke dawî de zêdetirî 59 hezar mirov mirin.
Kujerê mirovan dûxana mazot û benzînê ye
Her sal li ser ruyê erdê nêzî 90 milyar ton enerjiya fosîl, mînarel û metalan tên hilberîn û xerçkirin. Li cîhanê her rojê nêzî 120 hezar car balafir difirin. Her balafirek ji bo her mirovekî ji her 100 kilometreyî 4 litre benzîn dişewitîne. Di zik hev de; her balafirek ji bo her mirovekî nêzî 40 litre benzîn dişewitîne. Li cîhanê tenê ji bo balafiran rojê nêzî 280.000.000 litre sotemeniya fosilan tê şewitandin. Hemû dibe CO2 û li kezeba mirov vedigere. Her mehê nêzî 8 milyar û 400 milyon litre sometemiya balafiran tê şewitandin.
Her roj maşîne ezmanê cîhanê qirêj dikin
Li gorî daneyên fermî yên kanûna 2024an li Tirkiyeyê rojê 67 milyon û 982 hezar û 552 litre mazot û 18 milyon û 580 hezar û 845 litre benzin hat şewitandin. Bi giştî nêzî 86 milyon û 562 hezar lître petrol bû CO2 û tev li hewayê bû. Tenê li Tirkiyeyê di rojekê de 86 milyon û 562 lître mazot û benzîn bû dûkêl û tev li hewaya paqij bû û ezmanê Tirkiyeyê qirêj kir. Eger her rojê ew qas sotemenî bê şewitandin û hewayê qirêj bike, hûn 365 rojên salekê bihesibînin ka çiqas hewa qirêj dibe. Li ruxmê vê yekê meh bi meh bi hezaran maşîne li trafîkê zêde dibin û şewata sotemeniyê zêdetir dikin.

Di encama sotemeniya fosîlan de xaza kukurtdioksit (SO2), pêkhateya azot oksitê di atmosferdê de tev li av û oksijenê dibe û cewherê wê diguhere. Di encama reaksîyonê de dibe Sulfurik asit, nitrik asid û karbondioksit (Co2). Tev li hewa, baran, berf û mijê dibe û tê xwarê. Sotemenî di wekî maddeyên partikul (PM2,5) ku bi çavan nayê dîtin tev li hewayê dibin û mirov wan dikişîne nava kezaba xwe.
Li cîhanê ji ber sotemeniya fosîlan a bê kontrol hewa qirêj dibe. Her salê zêdetirî 5 milyon însan ji ber hewaya qirêj dimirin. Li gorî rapora Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO), di nava 134 welatên cîhanê de xelatê herî zêde hewaya wî qirêj Pakîstan e. Welatê herî zêde hewaya wî paqij jî Avustralya û Estonya ye.
Li gorî lêkolîn û raporên Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bajarên ku hewaya wan herî qirêj e, Îdir, Erzingan û Kutahya in. Ji ber hewaya qirêj di salek dawî de 62 hezar mirov zû mirin. Li gorî daneyên dawî yên Platforma Mafê Hewaya Paqij ên 81 bajarên Tirkiyeyê bajarê herî qirêj Kutahya Îdir û Erzîngan e. Hewaya Stenbol û Enqerê jî di asteke talûke deye.
Li gorî rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij (THHP) ya 2024an li Tirkiyeyê ji ber hewaya qirêj herî zêde mirov li Colemêrgê mirine. Li gorî vê raporê ji ber hewaya qirêj herî zêde li Êlih, Şirnex, Muş, Meletî, Îdîr, Riha, Agirî, Dîlokê mirovan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rêjeya nifusê, mirinên herî zêde yên ji ber hewaya qirêj, li Colemêgê ye û di 2024an de 230 mirov ji ber hewaya qirêj mirin. Li gorî agahiyên Kordînatora Platforma Mafê Hewaya Paqij Denîz Gumuşel, ji sedî 92yê nifusa Tirkiyeyê hewaya qirêj dikişîne kezeba xwe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her çend hin pîvan dabin jî, Wezaretên Hawîrdorê zêde van pîvanan esas nagirin û venêrtina hewayê nakin. Ji ber venêrtina paqijiya hewayê tune, zêde petrol tê şewitandin û rêjeya CO2 zêde dibe. Ji ber qirêjiya hewayê aboriya Tirkiyeyê salê 138 milyar dolar dikeve zirarê.
Li cîhanê welatê ezmanê wê herî qirêj Pakîstan e
Pakistana ku weletê hewaya wê herî qirêje; asta PM2.5 li gora standartên WHO 14 qat zêdetir e. Hindistan, Tacikistan û Burkina Faso weke welatên xwedî hewaya herî qirêj hatin diyarkirin. Ev demek dirêje li cihana Rojava Kanadaye ku difikirîn welatê xwedî hewaya herî paqije, ji ber di asta rekorê şewitîna daristanan sala bûrî di aliyê ‘PM2.5’ de welatê herî xirabe.
Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO); salek berê rapora welatên cîhanê li gor standarta qalîteya hewayê ye yan ne lêkolînkirin weşand. Li gora raporê; 134 welatên hatîn lêkolînkirin li herêmê tenê 7 jê ji ber erebe, kamyon û amûrên endustriyek parçeyên biçûk ên ketin ji derve li gor limîta WHO ya diyarkiriye. Ev welat; Avustralya, Estonya, Finlandiya, Grenada, Îzlanda, Mauritius û Yeni Zelanda ye.
Li Çînê başbûna qalîteya hewayê pêktîne, sala bûrî piştî şewba covîd 19, ji ber pêvajoya komkirina aboriyê hate rawestandin. Li Çînê di pîvanên herî dawî de asta PM2,5 de ji sedan 6,5 zêdebûn hate tesbîtkirin.

Penceşêra pêsîran zêde dike
Li gorî rapor û lêkolînên 2024an, ji ber hewaya qirêj pençeşêra pêsîran zêde bû. Pispor destnîşan dikin ku ji ber zêdebûna madeyê partekulê (µg/m3) ya azod dîoksîtê (NO2) rîska zêdebûna pençeşêra pêsîrê zêde kiriye. Li gorî lêkolîneke li DYAyê kesên zêde di bin dûxana ekzoza maşîneyan de dimînin penceşêra pêsîran li wan zêdetir derketiye holê.
Di 2022an de 68 hezar mirov ji ber hewaya qirêj mirin
Li gorî raporan di sala 2022an de li Tirkiyeyê ji her hewaya qirêj 68 hezar û 440 mirov mirin. Piştî şewba Covît 19 belav bû, ji sedî 14.2 ji ber hewaya qirêj mirin. Li Stenbolê 8 hezar û 357, li Îzmirê 4 hezar û 852 û li Bursayê 3 hezar û 657) li Enqereyê jî 3 hezar û 155 mirov ji ber hewaya qirêj mirin.
Li Tirkiyeyê idi sala 2022an de 365 îstasyonên ku daneyên qalîteya hewaya paqij dipîve hebûn. Di sala 2023an de ev hejmar derxistin 380an. Lê ev îstasyon li gorî mevzuatê tev nagerin û hemû pîvanan esas nagirin. Di sala 2023an de her çendî 15 îstasyon zêde bûn jî li 9 bajaran paqijya hewayê li gorî nirxê PM10 mehat pîvan.













