* Malbata Bakîoglû ku li Farqînê dijî sê zarokên wan astengdar in û Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta “fikra siyasî” alîkariya her sê ferdên astengdar ên malbatê qut kiriye. Medenî Bakîoglû got: “Ji ber fikra me ya siyasî meaşê zarokan qut kirin.”
* Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat rewşa dawî ya girtîgehan û pêvajoyê nirxand.
* Parêzer Xalid Ûmar ku derbarê pergala hiqûqê ya Rojava de axivî bal kişand ser demokratîkbûna qanûnan û got ku Rêveberiya Xweser li gorî prensîbên modern ên demokratîk tevdigere.
* Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî yê Kurdî sibê li Amedê dest pê dike. Rêveberê weqfê zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku bi armanca rê û rêbazên rastnivîsînê hînî mirovan bikin ku beşdar mirov bi rehetî bi zimanê xwe binivîsin vê kursê didin destpêkirin.
* Berdevk û mamosteya JINWARê Şêrîn Axa têkildarî 25ê Mijdarê anî ziman ku şoreşa Rojava ji jinan re bûye stargehek û got: “Mabesta avakirina JINWARê jî ew bû ku jin xwe ji nû ve ava bikin. Jin xwe nas bikin, hêza xwe bizanibin.”
* Ava qirêjî ku ji tesîsa AVKADEMê diherike Çemê Dîcleyê qirêjî û jehrî dike. Ev ava qirêj dibe sedema mirina masî û sewalên di avê de.
* Şaredariya Peyasê dê Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ragihîne. (11:00)
* Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHDê ya Amedê dê rapora xwe ya binpêkirinên mafên zarokan ên ku di navbera salên 2024-2025an de li bakurê Kurdistanê pêk hatine li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.00)
* Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî dê bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. (14.00)
* Xebat û çalakiyên 25ê Mijdarê dê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam bikin. (12.00-19.00)
Kirmanckî
* Aktîvîsta TJA’yî Bahar Peker va ke ê çarçeweya 25ê Teşrîna Peyêne de atolyeyan virazenî û wina va: “Atolyeyan de ma cinîyan rê derheqê weşîye, made û tiryakan de melumatan danî û xebatanê zîhnîyetî aver benê. Heta 25ê Teşrîna Peyêne zî programê ma do dewam bikerê. Ma do 25ê Teşrîna Peyêne ra pey zî, bi hêzê 25ê Teşrîna Peyêne plansazî û xebatanê xo do bidomnê.”








