• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Muşeher Ulker: Hem dibêjin aştî hem jî her roj kaxizên dadgehê dişînin devê derî

    Muşeher Ulker: Hem dibêjin aştî hem jî her roj kaxizên dadgehê dişînin devê derî

    ‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

    ‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2025an

    Kiliçdaroglu: Divê CHP pêşengiya pêvajoyê bike

    Kiliçdaroglu: Divê CHP pêşengiya pêvajoyê bike

    Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

    Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

    Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

    Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Muşeher Ulker: Hem dibêjin aştî hem jî her roj kaxizên dadgehê dişînin devê derî

    Muşeher Ulker: Hem dibêjin aştî hem jî her roj kaxizên dadgehê dişînin devê derî

    ‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

    ‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2025an

    Kiliçdaroglu: Divê CHP pêşengiya pêvajoyê bike

    Kiliçdaroglu: Divê CHP pêşengiya pêvajoyê bike

    Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

    Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

    Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

    Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

Bazîd Evren / AW

23 MIJDAR 2025 - 08:10
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Endamê Komîsyona Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê ya Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz destnîşan kir ku hesasiyet û zexta civakê lêpirsîn anî vê merhaleyê û got: “Divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe û daxwaza xwe ya zelalkirina bûyerê bidomînin.”

Xwendekarê pola yekemîn a Beşa Pêşvebirina Zarokan ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş di 27ê Îlonê de piştî şîvê çû ber qeraxa Gola Wanê û careke din ti agahî jê nehatin wergirtin. Di encama lêgerîna 18 rojan de cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15ê Cotmeha 2024an de li qeraxa Gola Wanê ya li gundê Molla Kasimê hat dîtin. Cenazeya Rojînê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê û li wir bi tevlibûna gelek bijîşkan kontrola ewil hate kirin. Di kontrola ewil de hat tesbîtkirin ku di laşê wî de birînên tûj û gule tune ne û ti şikestinên hestî jî nîn in. Lê belê guhertinên rengan di stû, çong û destan de hatin dîtin. Nimûneyên xwîn, îdrar û organên hundirîn ji bo tespîtkirina sedema mirinê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.

ATKê di 6ê Mijdara 2024an de rapora ewil eşkere kir û di raporê de hat destnîşan kirin ku nimûneyên 2 DNAyên cuda yên mêran hatiye dîtin. Lê belê hat destnîşankirin ku di van nimûneyan de ti nûveyên gumanan nehatine dîtin. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji ATKê xwest ku cihê ev DNA li ser hatine dîtin jî bên eşkerekirin. Lê belê vê xwestekê ti encam negirtin. Raya giştî dest bi çalakiyan kir û zextek li ser rayedaran çêkir ku lêpirsîneke bibandor bê kirin. Piştî salekê di 14ê Cotmeha 2025an de Beşa Pisporiya Biyolojiyê ya Saziya Tipa Edlî raporek parve kir û da zanîn ku ev DNA li sternal û întervajînal a laş hatîne dîtin. Piştî vê geşedanê lêpirsîn derbasî merhaleyeke din bû û niha ji bo tespîtkirina xwediyê van DNAyan xebat tên birêvebirin.

Her wiha di nava raya giştî de gelek agahî û îdiayên ku lêpirsînê şolî dikin, hene. Her roj li ser medyaya dîjîtal taybetî jî “Xê” gelek agahiyên şaş û îdiayên ji rastiyê dûr tên belavkirin. Ev yek di ronîkirina dosyeyê de gelek xetereyan bi xwe re tîne û ji bo lêpirsîneke bibandor jî astengiyan derdixe.

‘Rayedaran berpirsiyariya xwe di wextê xwe de neanîne cih’

Endamê Komîsyona Lêpirsînê ya Rojîn Kabaîş a Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz derbarê dosyeyê de agahî dan û ji bo ronîkirina dosyeyê banga piştevaniyê li raya giştî kir.

Cevat Yilmaz anî ziman ku ev nepeniya buyerê tevî salekê jî hêj nehatiye zelalkirin û diyar kir ku dozgeriyê û serdozgeriyê berpirsiyariya xwe neanîne cîh. Cevat Yilmaz da zanîn ku ji ber vê yekê alozî çêbûye û got: “Niha di hêşê hemû civakê de pirs hene, civak derbarê tişta ku hatiye serê Rojînê îkna nabe. Bûyer anîne asteke wisa ku mirov nikare bibê ev tişt bûye an nebûye. Niha dozgerî piştrast bike ku Rojînê xwe kuştiye, lê dîsa jî civak îkna nabe. Sedema vê yekê jî rayedaran berpirsiyariya xwe di wextê xwe de neanîne cih.”

Nehiştin Baroya Wanê daxilî dosyeyê bibe’

Cevat Yilmaz destnîşan kir ku dozgeriyê digot ew dê tena serê xwe bi vê dosyayê ve eleqedar bibin û nedixwestin baro bikeve di nava dosyayê de. Cevat Yilmaz da zanîn ku wan piştî vê yekê ji bo daxilî dosyayê bibin çend daxwazên xwe pêşkêşî dozgeriyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nehiştin em weke sazî tev li dosyeyê bibin. Me jî li ser navê serokê baroyê ji malbatê wekaletname sitend û wiha em daxilî dosyayê bûn. Niha di Baroya Wanê de yên ku li ser vê dosyeyê dixebitin komîsyonek ava kirin û xebatên xwe wisa dimeşînin. Ev komîsyon ku di rojên ewil yên windabûna Rojînê de hatiye avakirin, xwestek û daxwazên xwe yên derbarê lêpirsînê de ji rayedaran re dişîne. Ji xwe heke keda vê komîsyonê, keda Baroya Wanê, saziyên sivîl û gelê Wanê nebûya lêpirsîn heta vê astê nedihat. Wê dosya di demeke kurt de bigirtibana û wê bigotinaba ev yek întîhar e an jî tiştekî din e.”

‘Rapor me qanih nakin’

Cevat Yilmaz bal kişand ser xwestekên civakê û got ku hîna biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê ranebûye û didome. Cevat Yilmaz destnîşan kir ku ji ber biryara nepeniyê wan nedikarî agahiyan derbarê dosyayê de bi dest bixin û wiha pê de çû: “Me weke baro ji medyaya dijîtal bigire hemû îdîayên ku hatine ziman weke daxwaz ji dozgeriyê re şandine û me xwestiye bersiv bê dayîn. Mesafeya cihê Rojîn lê winda bû û cihê lê hatiye dîtin gelek zêde ye û me jî daxwaz kir ku divê ev yek bê ronîkirin ka pêkan e laşê Rojînê heta qeraxa Molla Kasimê biçe. Dozgeriyê ji Zanîngeha Karadenîzê raporek xwest û ji me re şand. Ez bawer nakim ku di cîh de lêkolîn kiribin, li ser evrakan, belgeyan raporek amade kirine û gotine ku pêkan e. Lê ne em ne jî raya giştî bê vê raporê qanih nebûn. Ev jî vê yekê tîne hêşê mirov, gelo dibe ku laşê Rojînê piştre avêtibin golê. Me gelek daxwazên bi vî rengî kirin, lê belê gelek daxwazên me nehatine zelalkirin. Rapor tên şandin, lê belê ev rapor me îkna nakin.”

Baroyê salek berê ji bo cihên DNAyê daxwaz ji dozgeriyê re şandiye

Cevat Yilmaz da zanîn ku wan daxwaz kiriye ku hemû kamerayên zanîngehê roja Rojîn hatiye û heta kêliya winda bûye tev bên lêkolînkirin û hemû kesên di nava van rojan de hatine zanîngehê bên tespîtkirin. Cevat Yilmaz anî ziman ku ji ber ku Rojîn ew 2 roj bûn hatiye Wanê ev yek pir zehmet nîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me xwest qet nebe îfadeyeke hemû xebatkar û personelên ewlekariyê bê girtin. Me bi hevalên xwe re ji bo zelalkirina bûyerê çi îhtîmal hebin nîqaş kir û weke daxwaz ji dozgeriyê re şand. Her wiha dema rapora 2024an hatiye parvekirin, me daxwaz kir ka ew DNA di kî dera laşê Rojînê de hatine dîtin? Me xwest ev yek bê zelalkirin. Piştî salekê bi saya keda parêzerên malbatê, raya giştî, saziyan û dozgerê nû ATKê rapor şand û cihên ku DNA lê hatine dîtin eşkere kir.”

‘Hinek kes ji bi prîma xwe îdiayan dikin’

Bi domdarî Cevat Yilmaz bal kişand ser îdiayên tên kirin û got ku çend kes ji bo prîm û pîara xwe îdiayan qirêj dikin. Cevat Yilmaz diyar kir ku ew dizanin ku gelek îdîayên tên gotin nerast in û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Kes nikare bibêje ku ew îdîayên tên gotin tev derew in, lewma ez jî nikarim bibêjim. Lêbelê, mirov di vê mijarê de divê hinekî hesas be û bi wijdan tevbigere.”

‘Eşkerekirina cihên DNAyan lêpirsînê berfirehtir kir’

Cevat Yilmaz diyar kir ku eşkerekirina cihên DNAyan lêpirsîn biriye merhaleyek din û lêpirsîn li gorî vê yekê berfirehtir bûye. Cevat Yilmaz da zanîn ku piştî vê rapora dawî êdî lêpirsîn tenê li ser cînayet û xwekuştinê nameşe û got: “Sucê destdirêjiyê jî di dosyayê de cihê xwe girt û lêpirsîn li ser vê mijarê jî tê kirin. Ez niha nikarim bibêjim encamek hatiye girtin û sucê destdirêjiyê heye an jî tune ye. Lêpirsîn bi biryara nepeniyê didome, lewma em jî nikarin xwe bigihînin hemû agahiyan.”

‘Hesasiyeta civakê ev dosye anî cîhekî’

Cevat Yilmaz ji bo zelalkirina bûyerê pêşniyariyên xwe gotin û axaftina wiha bi dawî kir: “Bi ser navê xwe az dikarim bibêjim ku zext û hesasiyeta civakê ev dosya anî cihekî. Ji vir şûnde jî civak, jin, ciwan hwd. çiqas bipirsin û qebûl nekin ez bawer im dê saziyên fermî û rayedar jî li gor vê yekê tevbigerin. Em weke Baroya Wanê û hemû baroyên Kurdistanê ku ew jî dosyeyê dişopînin, heta aqûbeta Rojînê neyê dernekeve holê, em ê dest ji xebatên xwe bernedin. Lê belê dibe ku ev dosya weke xwekuştin ankû întîharê an jî bi awayekî kiryar nediyar jî were girtin. Lewma divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe bidomînin û daxwaza xwe ya zelalkirinê bînin ziman.”

 

 

Etîket: Baroya WanêRojîn Kabaîş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dayik û bavê Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir

Dayik û bavê Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir

19 MIJDAR 2025
Di rapora ATKê de pirs bê bersiv in

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de rûdanek nû

13 MIJDAR 2025
Şaredariyên DEM Partiyê yên li Amedê starta 25ê Mijdarê dan

Şaredariyên DEM Partiyê yên li Amedê starta 25ê Mijdarê dan

11 MIJDAR 2025
Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

30 COTMEH 2025
ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

20 COTMEH 2025
Li Manîsayê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hate dayîn

Li Manîsayê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hate dayîn

18 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (371)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne