• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê serdana şîna 10 gerîlayan hate kirin

26 MIJDAR 2025 - 16:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navenda Amedê û navçeya Bismilê bi pêşengiya MEBYA-DERê re bi girseyî serdana şîna 10 endamên PKKê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) serdana şîna endamên PKKê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe dest dane hate kirin.

Rêveberên MEBYA-DERê, rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, nûner û endamên rêxistinên sivîl, endamên Meclîsa Ciwanan ên DEM Partiyê û DBPê, hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyan û gelek kes beşdarî serdanên şînê bûn.

Girseyê ewilî serdana şîna endamên PKKê Seyfettîn (Îhsan Balkan) ê ku di sala 1995an de jiyana xwe ji dest daye û endamê PKKê Farqîn (Îbrahîm Halîl Noyam) ku di sala 1994an de jiyana xwe ji dest daye û navê wan nû hatine ragihandin, kir. Şîn li Mala Şînê ya Şaklatê ya li taxa Huzurevleriyê navçeya Peyasê hatiye danîn. Girseyê sersaxiyê ji malbatan re xwest û fatîhe hat xwendin. Her wiha ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.

Serdana şîna 8 gerîlayan

Piştre girseyê berê xwe da navçeya Bismilê û serdana şîna 8 endamên PKKê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, kir. Şîn li Mala Şînê ya li taxa Firatê ya Bimsilê hatiye danîn. Girseyê sersaxî ji malbatan re xwest. Di şînê de dua û fatîhe hatin xwendin. Piştre jî ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Li ser maseyê wêneyê her 8 gerîlayan hat danîn.

‘Em bi wan serbilind in’

Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Sevîktek Ari di şînê de axivî û wiha got: “Em îro minnetdarê hevalên xwe şehîd in. Em mecbûr in têkoşîna wan bidomînin. Em ê xewn û xeyalên hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin. Wekî ku tê zanîn îro pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku bi pêşengiya rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, em bi vê pêvajoyê şanaz in. Heta ji destê me bê em ê doza şehîdên xwe li erdê nehêlin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê giradayî doza wan bimînin û li pey serokatiya xwe bin. Em hêvî dikin ku êdî xwînrijandin li vî welatî bi dawî bibe. Em bi şehîdên serbilind in.”

Navên 8 endamên PKKê ku ku hatibû ragihandin û şîna wan li Bismilê hate danîn wiha ye:

* Dilbirîn (Sebahattîn Korkak) di sala 1995an de li herêma “Şehîd Kendal” jiyana xwe ji dest daye.
* Şoreş (Habib Kiliç) di sala 1995an de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest daye,
* Şervan (Hamît Ceylan) di sala 1991an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye.
* Tîrêj (Îsmaîl Fîlîz) di sala 2000î de li Qendîl Zele jiyana xwe ji dest daye.
* Brûsk (Mehmet Emîn Caynak) di sala 1997an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye.
* Dogan (Suphan Yazbaşi) di sala 1995an de li navçeya Çinara Amedê jiyana xwe ji dest daye.
* Mazlûm (Mehmet Han Azarak)
* Mazlûm (Hayretîn Çelîk)

Etîket: MEBYA-DERpkkserdana şînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

12 HEZÎRAN 2026
‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

7 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

27 GULAN 2026
Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

27 GULAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (385)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne