Amed – Malbatên gerîla Sîpan (Seyfettîn Tûtmaz) û Rûgeş Zinar (Sadûn Tûtmaz) ku dibin ap û birazî, bi mebesta bîranînê, mewlûd dan.
Sîpan (Seyfettîn Tutmaz) ku sala 1992an de tev li nava refên PKKê bû û di sala 1995an de jî li herêma Xerzanê jiyana xwe dest da. Biraziyê Sîpan, Rûgeş Zinar (Sadûn Tutmaz) jî di 25ê Mijdara 2024an de jiyana xwe ji dest da. Malbatên her du gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi mebesta salvegera jiyana xwe ji dest dayînê ya wan e, li Eywana Dawetê ya Çiraganê ya li navçeya Rezana Amedê mewlûd da. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê, Endamên Komeleya 78an, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatûn,Hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, endamên meclisê yên Şaredariya Peyasê û Bajarê Nû û gelek nûnerên saziyên sivîl tev li mewlûdê bûn.
Di bîranîna ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re deqeyek rêz hat girtin û dia hatin xwendin. Di bîranînê de diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” hatin berzkirin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştî xwendina sirûdê, sînevîzyona ku ji bo gerîlayên ap û birazî yên gerîla û salvegera PKKê hatiye amadekirin hate nîşandan
‘Êm bi vê rojê kêfxweş in’
Pîra gerîla Rûgeş Zinar, Sultan Tutmaz spasiyên xwe li kesên tev li mewlûdê bûne kir û got: “Heta ez sax bim, ez ê li ser şopa wan bim.”
Bavê Rûgeş Zinar, Habîb Tutmaz jî pêşî xêrhatina mêvanan kir û got: “Em bi vê rojê û bi avakirina partiyê kêfxweş in.”




















