Şaredariya Artemêtê bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo astendarên li navçeyê bernameyek amade kir.
Şaredariya Artemêtê, bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li Navenda Siwarbûnê ya Olîmpîk bernameya siwarbûna hespan amade kir. Di bernameya ku ji hêla Daîreya Çandî û Karûbarên Civakî ya şaredariyê ve hate amadekirin de xwendekarên astengdar ên ku li navenda jiyanê ya şaredariyê perwerdehiyê dibînin û malbatên wan demên xweş derbas kirin. Hevşaredar Rabîa Başak Koç, endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn.
Her wiha şaredariyê ragihand ku ji bo kesên astengdar siwarbûna hespan hefteyekê bêpere ye.










