Di civîna 19emîn a civîna Komîsyona Meclisê de partiyên siyasî li ser rapora dê were amadekirin pêşniyar û fikren xwe anîn ziman. Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çiçek jî ji serokê Meclisê pirsa “Girtekên hevdîtinê TBMMê tomar kir an MÎTê?” kir û got: “Heke TBMMê tomar nekiribe wê gavê tu cudatiya vê hevdîtinê û yên berê ji hev tuneye.”
Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Dê di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora hatiye amadekirin pêşniyar û fikrên xwe bînin ziman û di rûniştina 2emîn de jî endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin.
Pêşniyarên CHPê
Piştî axaftina Numan Kurtulmuş rûniştina yekem a civîna komîsyonê bi rojeva pêşniyarên endamên komîsyonê yên partiyên siyasî re destpê kir. Di serî de endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr axivî. Murat Emîr anî ziman ku wan ji bo pêkanîna demokrasiyê, aştiya civakî û bilindkirina asta hiqûqê dest bi pêvajoyê kiriye û got ku wan bi 17 rûpelan raporek amade kir û pêşkeşî Serokê Meclîse kir. Murat Emîr rapora ku amadekirine wiha vegot: “*Astengiyên îdarî û siyasî yên li pêşiya bicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rakin.
*Pratîkên îdarî û siyasî yên ku rê li ber maf û azadiyên ku di destûra bingehîn de ji bo avakirina aştiya civakî hatine destnîşankirin digirin, bi dawî bikin.
*Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hawîrdoreke siyasî ya demokratîk biafirînin.
*Girtiyên ku li dijî zextê muxalefetê dikin û doz ji wan re hatiye vekirin serbest berdin.
*Pêşî li biryarên keyfî yên Lijneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan bigirin.
*Saziya maf û wekheviyê bi awayekî serbixwe bikin.
*Li dijî tundiya li ser jin û zarokan têkoşîneke domdar bikin.
*Divê mekazagonê de wekheviya Kurd û Tirkan, Sûnî û Elewiyan, jin û zilaman û hemû beşên civakê pêk were.”
‘Divê girtikên hevdîtinê bên parvekirin’
Piştre jî endamê komîsyonê yê TÎPê Ahmet Şik bi lêv kir ku pêşniyara wan ew e ku girtekên hevdîtina Îmraliyê bi wan re bê parvekirin û ew ê piştre pêşniyaran bikin. Ahmet Şik anî ziman ku divê girtekên hevdîtinê ji hemû partiyan re bên parvekirin û ev tişt gotin: “Pêşniyara me ew e ku girtikên hevdîtina Îmraliyê ji raya giştî re bên parvekirin. Piştî ku me girtekên hevdîtinê dîtin wê demê em ê pêşniyarên xwe bikin.”
Endemê komîsyonê yê EMEPê Îskender Bayhan jî diyar kir ku wan jî daxwaz kiriye girtekên hevdîtina Îmraliyê bi wan re bê parvekirin û wê piştre rapora xwe pêşkeş bikin û wiha axivî: “Burokratên Qesrê û îstîxbaratê ku hatin vir destnîşan kirin ku rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de pir girîng e. Heta ku girtekên hevdîtina Îmraliyê ji me re neyên parvekirin em rast nabînin ku pêşniyaran bikin.”
‘Girtekên hevdîtinê TBMMê tomar kir an na?’
Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çiçek jî destnîşan kir ku ji xwe serokwekîla wan pêşniyarên wan pêşkêşî komîsyonê kiriye û ew ê tenê pirsekî ji Serokê Meclisê bipirse. Cengîz Çiçek pirsa “Girtekên hevdîtina endamên komîsyonê ya li Îmraliyê ji aliyê TBMMê ve hatitine tomarkirin an na?” Cengîz Çiçek axaftina xwe wiha domand: “Heke ne wisa be girtek ji aliyê endamên MÎTê ve hatine tomar kirin. Dîmen girtiye yan deng girtiye? Heke dîmen be yan jî deng be kê deşîfrasyon kiriye? Endamê TBMMê ev yek kiriye yan endamê MÎTê? Ev pirs pir krîtîk e. Ev pirs, dê nîşan bide ka serdan ji aliyê parlementer û meclisê va pêkhatiye yan jî ji aliyê dewletê ve pêkhatiye. Heke ev girtek ji aliyê TBMMê ve nehatibe tomarkirin yanî heke meclisê ji bo tomar kirina girtekan kesek peywirdar nekiribe û ev hevdîtin jî ji hevdîtinên birêz Pervîn Buldan û Mithat Sancar ne cudatir e. Ji bo wê girîng e. Heke ev hevdîtin hevdîtina meclisê be divê girtikên hevdîtinê bi endamên komîsyonê û raya giştî re bên parvekirin. Heke wisa nebe ev hevdîtin jî dê di çerçoveya hevdîtinên partiyên siyasî de bimîne.”
Endama komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî bal kişand ser rol û misyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe de wiha got: “Aktorê serekê yê pêvajoyê Abdullah Ocalan çi gotiyê divê were parvekirin. Parvenekirina gotinên birêz Ocalan bi avabûna komîsyonê û armanca wê re nakok e. Divê girtekên hevdîtinê ji endamên komîsyonê re û raya giştî re bên parvekirin.”
‘Hevdîtina li Îmraliyê pir êrênî bû’
Endamê komîsyonê yê MHPê Fetî Yildiz jî diyar kir ku hevdîtina li Îmraliyê pir baş derbasbûyê û ev tişt anî ziman: “Me di dawiyê de Rêberê damezrînerê PKKê Abdullah Ocalan jî guhdar kir û ev guhdarkirin pir erênî bû. Tiştekî neyînî tunebû. Ev welat dê ji hemû zincîrên xwe rizgar bibe. Dê pêşiyê li herêmê û dûre jî li seranserê cîhanê nîzama hiqûqî ava bike. Me niha raporeke ku ji 116 rûpelan pêk tê amade kiriye. Tê de nirxandinên siyasî û qanûnî hene. Bêguman, ev nirxandinên qanûnî dê di raporeke hevbeş de ku ji hêla komîsyona me ve hatî amadekirin de werin tomarkirin. Bi gotineke din, em ê bi hev re her pêşniyarên qanûnî yên ku em hêjayî nivîsandin, pejirandin û pêşkêşkirina meclisê dibînin, pêşkêşî meclisê bikin. Pêşniyara me ya li vir dê di nav çend rojan de were pêşkêş kirin.”
AKP: Divê sepanên qeyûm bi dawî bibin
Endamê komîsyonê yê AKPê Mustafa Şen jî da zanîn ku wan raporeke ji 50 rûpelan pêk tê amade kirine û ev rapor di heman demê de helwesta siyasî ye. Mustafa Şen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo endamên rêxistinê yên ku çek berdane tev li civakê bibin alîkariya kar û psîkolojîk dikare bê dayin. Her wiha TCK dê ranebe û piştî rêxistinê xwe fesixkir ji bo wicdanê civakê birîndar nebe ceza dikarin bên dayîn. Em di wê fikrê de ne ku divê sepanên qeyûm bi dawî bibin. Qanûna rêveberiyên herêmî divê bêhtir demokratîk bibe.”
Endamê komîsyonê yê SAADETê Bulent Kaya jî axivî û fikir û pêşniyarên partiya xwe pêşkeşî komîsyonê kir.
Rûniştina yekem piştî axaftinan bi dawî bû û civîn di rûniştina 2an de bi nîqaşa li ser hevdîtina li Îmraliyê berdewam dike.













