• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Dayîkên Aştiyê: Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2025 - 12:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Meclisa Dayîkên Aştiyê ku têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li gelek bajaran daxuyanî da wiha got: “Tevahiyê cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”

Di 10ê Kanûna sala 1948an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî beyannameya gerdunî ya mafê mirovan amade kir. Bi vê beyannameya ku ji 30 xalan pêk tê, mafên mirovan ên gerdûnî hatin diyarkirin. Piştî vê Neteweyên Yekbûyî di sala 1950an de 10-17ê Kanûnê weke hefteya “Mafên Mirovan” îlan kir. Meclisa Dayîkên Aştiyê di çarçoveya heftaya Mafên Mirovan de têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li Amed û Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê jî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Dayîkên Aştiyê, rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Em dixwazin herin Îmraliyê’

Li vir ewilî Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir kesê çareseriyê bîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzî salek derbas bû. Bi banga 27ê Sibatê PKKê xwe fesix kir. Lê dewletê hê jî tu gav neavêtine. Tê gotin ‘qonaxa yekemîn bi dawî bû’ lê me heta niha tu gav nedîtine. Tenê li Meclisê Komîsyon hat avakirin lê ne bes e. Komîsyon çû Îmraliyê lê diviyabû di serî de Dayikên Aştiyê çûbûyan Îmraliyê. Dayîkan gelek êş kişandin lê hê jî destên xwe têxin di binê kevirî de. Em dixwazin herin Îmraliyê. Bila dayîkên Tirk jî destê xwe bidin destê me. Em aştîxwaz in. Divê mafê hêviyê pêk were. Tevahiya cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”

‘Ji berî an û av aştî ji me re pêwîst e’

Paşê Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî. Havva Kiranê destnîşan kir ku dem dema aştiyê ye û bang li CHPê kir ku li dijî aştiyê tevnegere. Havva Kiranê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Em çûn Komîsyonê me got ‘em bi zimanê xwe biaxivin.’ Lê li Meclisê destûr nehat dayîn ku em bi Kurdî biaxivin. Tiştê herî pîroz zarokên dayîkan e. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Dayîkên Kurd tu carî zimanê şer bi kar neanîne. Îro dayîk her roj diçin şînan lê tu carî negotiye ‘êşên min zêdetir e.’ Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin. Aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan dixwazin. Ji bo adalet tunebû zarokên me li hem ber bêhiqûqiyê sekinîn. Banga ma ji her kesiye ku destên xwe texin di binê kevir de. Ji beriya nan û avê aştî ji me re pêwîst e.”

Dayikên Botanê: Em dixwazin biçin cem Serokê xwe

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê jî li ber avahiya Şaxa ÎHDê ya Şirnexê daxuyanî da. Rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek dayîn beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê Behiye Nayir axivî û got: “Em bang li dewletê û wezîrê edaletê dikin, em dayikên aştiyê ne û em aştiyê dixwazin. Em dixwazin biçin cem Serokê xwe. Bila CHP dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û piştevaniya aştiyê bike. Li Tirkiyeyê bila êdî şer çênebe. Bila êdî dayîk hêsirên çavan nebarînin.”

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê Nebîha Akay jî bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Divê gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê her kes piştevaniyê bike. Banga Serokatî ji her kesê re ye. Divê her kes bi aştiyê kêfxweş be. Hewce ye Serokê me derkeve û were ser maseyê. Bi şer tu tişt çareser nebû. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Em ewil azadiya Serokê xwe pişt re azadiya gerîlayên serê çiya û hemû girtiyan dixwazin.”

Daxuyanî bi berzkirina diruşma, ‘Jin jiyan azadî’ û çepikan bi dawî bû.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin deriyên Îmraliyê bên vekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê jî amade bûn.

Dayika Aştiyê Guleser Îşlerê diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Guleser Îşlerê da zanîn ku ew ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku di komîsyona ku diçe Îmraliyê de cih bigirin û got: “Heyet diçe, lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bikin. Em dixwazin aştî pêk were. Di vê pêvajoyê de, barê li ser me dayikan pir giran e. Me bedelên pir giran dane, me zarokên xwe winda kirine. Em, dayikên leşker û polîsan, divê mil bi mil bisekinin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dixwazin ku hêsirên ji çavên dayikan rawestin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê jî ji me re werin vekirin, da ku em biçin. Bila gotina me yek be da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Bi yek gotina Rêberê Gelê Kurd, çek hatin şewitandin. Divê ev hêz û îrade were dîtin. Em dixwazin ku agirê di dilê dayikan de were vemirandin. Em ji vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”

‘CHP piştgiriya pêvajoyê nake’

Piştre endama Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Hediye Koçakê mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayikan gelek bedelên mezin dane û zarokên xwe winda kirine. Hediye Koçakê, bal kişand ser tevlibûna wan a di komîsyonê de û ev tişt got: “Me bedelên giran dan, me zarokên xwe winda kirin û niha em aştiyê dixwazin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd e. Her çend CHP bi saya Kurdan Stenbol, Enqere û gelek şaredariyên din ên mezin bi dest xist jî, ew niha piştgiriyê nadin pêvajoyê. Ev helwest nayê qebûlkirin. Gelê Kurd nikare azad bibe heta ku Rêber azad nebe. Mifteya çareseriyê di destê Rêber de ye. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Her wiha hate diyarkirin ku Meclisa Dayîkên Aştiyê dê li Riha, Bedlîs, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê jî daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Metna hevpar a Meclisa Dayîkên Aştiyê wiha ye:

“Bi boneya 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em wekî Dayikên Aştiyê radigihînin ku divê em bi hev re ji bo civakek ku maf û azadî tê de xurt bibin, edalet û wekhevî serdest be, têbikoşin. Binpêkirinên mafê jiyanê li dijî jin, zarok û kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda, pêwîstiya lezgîn a pêkanîna Qanûnên Azadiyê di çarçoveya civakek demokratîk de nîşan didin. Aştiya civakî, edalet û çanda jiyana hevbeş tenê bi rêya garantîkirina maf û azadiyan pêkan e.

Yek ji kevirên bingehîn ên aştî û civakeke demokratîk civakîkirina aştiyê ye. Têkoşîna ji bo mafan ku em, wekî Dayikên Aştiyê, bi salan e dimeşînin, wijdanê civaka me û hêviyên wê yên ji bo pêşerojê xurt dike. Bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em careke din tînin bîra xwe: Mafê her kesî heye ku hêvî bike û ev maf şertekî pêşîn e ji bo xurtkirina civakê bi rêya edalet û aştiyê pêk were.

Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin.

Ji ber vê sedemê, polîtîkayên tecrîda dijwar ên li ser Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gel, ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, wekî polîtîkayeke dewletê têne berdewamkirin. Berdewamiya vê tecrîdê di heman demê de nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin. Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye. Em careke din bang li dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze.

Di dawiyê de, têkoşîna Dayikên Aştiyê ne tenê sembola hesreta dayikên me ji bo aştî û demokrasiyê ye, lê ya tevahiya civakê ye. Di 10’ê Kanûnê de, Hefteya Mafên Mirovan, em careke din radigihînin: Civakeke demokratîk ew civak e ku aştî tê de civakî dibe û hêvî û azadî mafên hemûyan in. Em bi biryar in ku ji bo van mafan têbikoşin û aştiyê biparêzin. Azadî û edalet nayên paşxistin.”

 

 

Etîket: AmedMeclisa Dayikên AştiyêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞirnexWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

10 ADAR 2026
Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

10 ADAR 2026
Deklarasyona Newrozê sibê li Amed û Stenbolê tê ragihandin

Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

9 ADAR 2026
Deklarasyona Newrozê sibê li Amed û Stenbolê tê ragihandin

Deklarasyona Newrozê sibê li Amed û Stenbolê tê ragihandin

8 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

8 ADAR 2026
Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (399)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne