• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermenda Kurd Ayşe Şan di 29emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn

    Hunermenda Kurd Ayşe Şan di 29emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn

    Çalakvanên Cenevreyê: Divê mafê hêviyê demildest bê bicihanîn

    Çalakvanên Cenevreyê: Divê mafê hêviyê demildest bê bicihanîn

    ‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e’

    ‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e’

    Şamê pêşnûmeyek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kir

    Şamê pêşnûmeyek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kir

    Resmên milîtarîst bi xwendekaran da xêzkirin!

    Resmên milîtarîst bi xwendekaran da xêzkirin!

    Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

    Medyaya Tirk asta şerê psîkolojîk bilind kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2025 - 20:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li ber Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin, di hefteya 256an de didome. Di çalakiyê de banga bicihanîna “mafê hêviyê” ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Nobeta Azadiyê ya  ku ji 25ê Çileya 2021an vir ve her çarşemê li ber Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 256an de ye. Kurdistanî û dostên wan di her çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi cîih bînin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê çalakvanên Cenevreyê daxuyanî dan. Armanca daxuyaniyê rakirina tecrîda Îmraliyê, pêşiya pêvajoya aştiyê were vekirin û daxwazên ji bo çareseriyeke demokratîk were bilindkirin bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşketinên pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku di Cotmeha 2024an de dest pê kir rê li ber aştiyê vekir û hat gotin ku Tevgera Azadiya Kurd bi îlankirina agirbestê, xwe fesixkirin û merasîma şewitandina çekan re gavên ku dikevin ser milê xwe pêk anî. Hat destnîşankirin ku tevî vê yekê dewlet û meclis ji avêtina gavên şênber û qanûnî direvin û hat bibîrxistin ku pêşniyarên guhertinên destûrî, nêzkatiyeke dadwerî û azadîxwaz di nava xwe de nahewîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca têkoşînê ne efû ye, bidestxistina mafên hatine desteserkirin û aştiyeke bi rûmet e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê kurd ti sûc nekiriye, berovajî ji bo parastina mafên xwe têdikoşe.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û hat bibîrxistin ku Rojava ji bo gelê Kurd û Rêbertiyê xeta sor e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiyên ku ji hêla komên cîhadîst ên mîna HTŞ’ê li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin nayên jibîrkirin û ferzkirina teslîmbûnê ya li ser van gelan nayê qebûlkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê hat kirin ku têkoşîna ji bo aştiyê li her derê xurt bikin û zexta demokratîk û burokratîk zêde bikin. Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî jî hat kirin û ji wan hat xwestin ku ji bo “mafê hêviyê” yê ku mafê Abdullah Ocalan e were bicihanîn zextê li dewleta Tirk bikin.

Etîket: Abdullah OcalanAzadiÇalakîCenevre
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

17 KANÛN 2025
Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

17 KANÛN 2025
Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

17 KANÛN 2025
Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

14 KANÛN 2025
Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

13 KANÛN 2025
‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

‘Di avakirina civaka demokratîk de divê gel înîsiyatîfê bigire ser xwe’

13 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (323)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne