• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

Wan / AW

20 KANÛN 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Wanê di van demên dawî de gelek cihên xwarin û vexwarinê ku xizmetên xwe bi Kurdî dikin û navên Kurdî li cihê xwe dikin, zêde dibin. Armanca van xwaringeh û kafeyan ew e ku parastin û belavkirina zimanê Kurdî ye.

Zimanê Kurdî di sed salên dawî de bi destê dewletên serdest, bi zext û polîtîkayên bişavtinê re rû bi rû maye. Zimanê Kurdî hatiye asteke ku êdî bûye zimanê dapîr û bapîran. Lê belê li dijî bişaftina li ser zimanê Kurdî, gelek kesên Kurdîhez, bi rêyên mîna mûzîk, wêje, sînema, çapemenî hwd. hewl didin ku zimanê Kurdî biparêzin û bidine zindîkirin. Li bajarê Wanê hin dikandar bi cihên xwe yên xwarin û vexwarinê tev li karwana Kurdîhezan bûne. Bi xêr hatin, stran, navên cihên xwe, menûyên xwe û xemlandina dîwarên xwaringeh û kafeyan bi Kurdî xemilandin e û xizmeta bi Kurdî dikin.

‘Kakûlî’ navê Keybanûya Ûrartûyan bû

Yek ji van kafeyan Kakûlî ye ku meqarneyan çêdike. Xwedîyê Kakûliyê Vedat Atli ku navê cihê xwe ji navê Keybanûya Ûrartûyan Kakûliyê wergirtiye, anî ziman ku ji ber ku ev ji nav dîroka Kurdan e, lewma wî jê giritye. Vedat Atli diyar kir ku wan jî xwest ew navekî ji dirokê hilbijêrin û bi gotinê navê Kakûliyê weke navê meqarneyan e û got: “Gelek navên meqarneyan jî Ravolî, Tortellînî, Spagettî bi tîpa ‘î’ dawî dibe, Kakûlî jî tê ser fonetîka van navan. Me jî go bila hem dengê me be hem jî rengê me be û nêzikî karê me jî be. Her motîfek rengekî dîroka me ye, gelê me piçekê dûrî dîroka xwe ya antîk û qedîm e. Dîroka 2 hezar, 2 hezar û 500 sal berê. Hêvî dikim rojên pêşiya me de hê baştir bin.”

Navên weke Cîlo, Berçelan, Sîpan li menûyê kirin e

Têketina Kakûliyê bi motîfên kevnar û dîrokî hatiye xemilandin û Vedat Atli wiha behsa vê yekê kir: “Me jî got dema mişteriyên me dikevin hindir bila van motîfan bibînin û bila bi pirsin ka ev kî ne, ev çi ne? Heta mirov van nas neke, nezane mirov naparêze jî. Dû re me menûyên xwe bi nav kirin. Niha ev karê meqarneyê çanda Îtalyanî ye. Navên cureyên meqarneyê Îtalyanî ne. Em bêjin Ravolî, Tortellînî, Fettûcinî hwd. gelê me nikare hişê xwe de bigire. Ev ji bo min bû pirsgirêk û min got ka em çawa vê çareser bikin. Kesê tiştek xwar û careke din hat, bila wî tiştî ji bîr neke. Me jî got em ê navên menûyên xwe navên dever, çîya û zozanên xwe lê bikin. Me navê wan danî Berçelan, Cîlo, Sîpan, Laleş, Koçanis, Bradost hwd. Wê rojê zarokekî deh salî got ‘keko hûn dikarin Berçelanekê bidine min’. Yanî gelê me gelek reaksiyoneke baş nîşan dide. Mesela ji Colemêrgê kî were vir, Berçelanê dixwaze. Ev reaksiyona wan me jî gelekî kêfxweş dike.”

‘Em dixwazin zimanê sereke Kurdî be’

Vedat Atli destnîşan kir ku ji naveroka van ya Kurdî û navên cihan ên li menûyan kirin, gelek hatiye hezkirin û diyar kir ku ji cîhên weke Mêrdîn û Cizîrê daxwaza vekirina şaxan heye. Vedat Atli anî ziman ku ji ber Kurdî gel xwedî lê derdikeve û ev tişt anî ziman: “Kê çi kar bike divê bi zimanê xwe bike. Em nikarin bibêjin em sedî sed bi Kurdî xizmetê didin ji ber ku mêhvanê me yên Tirk jî hene. Lê dîsa jî em dixwazin zimanê sereke Kurdî be.”

‘Divê hemû dikandar tabelayên xwe bikin bi Kurdî’

Cihekî din ku bi Kurdî xizmetê dike û navê wê bi Kurdî ye cihê taştê Noşîcan e. Xwediyê Noşîcanê Kerem Dûman diyar kir ku ew dixwazin êdî tabelayên wan Kurdî bin û wiha got: “Divê em zimanê Kurdî biaxivin û binivîsin. Cihên xwe Kurdî bi nav bikin û me jî li vê derê cihê taştê vekiriye. Heval û dostên me ji bo cihekî Kurdî ye tên vê derê. Me bi vê mebestê xwest balê bikşinîn ser zimanê xwe û ev der bajarekî Kurdan e, divê hemû dikandarên me tabelayên xwe bikin Kurdî. Mêvanên me ji axaftina Kurdî û civata vê derê gelek razî ne.”

‘Armanc parastina ziman e’

Kafeya bi navê “Slav” jî yek ji van cihan e. Xwediyê Slavê Zana Aslan ji Amedê ye. Zana Aslan ê ku behsa cİhê xwe kir, diyar kir ku wan xwestiye navekî Kurdî li cihê xwe bike û da zanîn ku ji ber navîgasyona cihê wî kesên dikevin kolanê ewilî tabelaya wan a bi Kurdî dibînin. Zana Aslan destnîşan kir ku ew ji ber germa Amedê reviyaye hatiye Wanê û wiha berdewam kir: “Ji ber ku Amed pir germ bû, em hatine Wanê û dawxaza me ew bû ku em tiştekî cuda bînin Wanê. Li Amedê cihên wiha pirr in û me jî xwest li Wanê jî cihekî me yê wisa hebe. Ez li gelek deverên cîhanê geriyam û hemû netew bi zimanê xwe yê zikmakî, dû re zimanê duyemîn diaxive. Armanca me ya yekemîn parastina zimanê zikmakî ye, lê em ne nîjadperest in. Em zimanên din jî dizanin, rêz jê re digirin.”

‘Em dixwazin gelê me berê xwe bide zimanê xwe’

La Mekan jî bi axaftina Kurdî ya bi muşteriyên xwe re, dixwaze Kurdî biparêze. Xwediyê La Mekanê Fatîn Sarisaç diyar kir ku ev deh sal in vî karî dike û got: “Em bi giştî stranên Kurdî vedikin. Em dixwazin gelê me jî berê xwe bide zimanê xwe. Biçûkên niha yên piştî salên 2000î ji dayik bûne pirr bi Kurdî nizanin. Dema têne vê derê pêşîyê em li gel wan bi Kurdî diaxivin. Ew carna bi tirkî jî diaxivin lê em dîsa bi Kurdî li gel wan diaxivin. Li derdora me gelek kafe hene lê cîhê me jî cihên hemûyan baştir kar dike û sedema vê jî xizmeta bi zimanê Kurdî ye. Ziman hemû tişt e. Ziman ji biçûkatiyê dest pê dike heta mirinê. Divê yek destê zimanê me bigire ku winda nebe. Tenê zimanê me maye di destê me de.”

Şîrikatiya wî ya li gel Fatîn ji ber Kurdî bû

Hevkarê La Mekanê Serhat Yilmaz jî derbarê nêzîkbûna xwe ya ji bo Kurdî wiha vegot: “Şirîkatîya min li gel Fatîn ji ber zimanê Kurdî bû. Di mal de Tirkî xeberdan nîn e. Bavê min ji xeberdana Tirkî hez nake û di malê de qedexe kiriye. Li vê derê jî hemû kes bi kurdî diaxivin. Dema yekê xeletî kir, li ser gotinên Kurdî xelet axaft, em wî rast dikin û em dibêjin vê gotina xwe wiha bibêje. Weke mînak dibêjin ‘degîştîrmîşke’ em jî bi qasî ku ji destê me tê Kurdiya van peyvan ji wan re dibêjin. Bila bi xeletî berdewam neke. Bila zimanê xwe yê dayîkê rast biaxivin. Ev rewş di malan de jî heye, ji ber têkiliyên derve zimanê wan jî xerab dibe. Ez di malê de jî dibêjim bavê xwe vê wisa bêje xeletiyê neke.”

‘Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin’

Herî dawî Serhat Yilmaz banga axaftina bi Kurdî li Kurdan kir û got: “Gelek kes piştî têne vê derê diçin fêrî Kurdî dibin. Dema dibînin ku em pirtûkekê dixwînin, ew jî dipirsin û dixwazin bixwînin. Ez dibînim ku malbatên me yên niha bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin, lewma hestyariya min a Kurdî çêbû. Divê li her cihekî em bi zimanê xwe bi axivin. Ji xwe em perwerdehiya bi zimanê xwe jî dixwazin. Divê em xwe ji bîr nekin, em bi zimanê xwe bijîn.”

Etîket: bişaftinKurdîparastina zimanê Kurdîxizmeta bi KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

20 ADAR 2026
Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

1 ADAR 2026
Li Wanê panela zimanê Kurdî: Ji bo Kurdî statu û piştgiriya dezgehî lazim e

Li Wanê panela zimanê Kurdî: Ji bo Kurdî statu û piştgiriya dezgehî lazim e

27 SIBAT 2026
Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

26 SIBAT 2026
Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

24 SIBAT 2026
Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mustafa Avci: Divê astengiyên li pêşiya rêveberiyên herêmî bên rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (783)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne