Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKPê bi dawî bû. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan piştî hevdîtinê anî ziman ku aştî bê hiqûq nabe û got: “Ji bo wê jî merhaleya em gehiştinê pêwîstiya wê bi zemîna hiqûqî heye.”
Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne. Endamên Heyetê parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclîsê serdana heyeta AKPê kir. Heyeta Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKPê Abdullah Guler, Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat zanîn ku hevdîtin seateke û nîvê berdewam kiriye.

Piştî hevdîtinê Heyeta Îmraliyê û heyeta AKPê daxuyanî da.
Pêşî Serokê Koma AKPê Abdullah Guler axivî û diyar kir ku ew spasiya heyeta DEM Partiyê dikin û got: “Hemû partiyên siyasî raporên xwe radestî komîsyona Meclîsê kirin. Herî dawî me jî rapora xwe teslîm kir. Li ser vê yekê jî me nirxandinên berfireh kirin.”
‘Aştî bê hiqûq nabe’
Piştre Pervîn Buldan axivî û spasiya heyeta AKPê kir. Buldan anî ziman ku wan li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Me peşniyarên xwe ji wan re kirin. Heyeta AKPê jî pêşniyarên xwe anîn ziman. Me girîngiya vê yekê diyar kir; aştî bê hiqûq nabe. Ji bo wê jî merhaleya em gehiştinê pêwîstiya wê bi zemîna hiqûqî heye. Em di merhaleyeke nû de ne. Serdan û hevdîtinên me dê bidominîn. Em ê her tim di nava diyalogê de bin.”
‘Pêvajo di merhaleyeke hesas de ye’
Mithat Sancar jî diyar kir ku ew li ser gelek mijaran axivîne û wiha pê de çû: “Me li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê fikir û nêrînên xwe ji hev re anî ziman. Serdema li pêş me serdemeke hesas e. Girîngiya bi hev re avakirina zemîna hiqûqî heye. Me jî girîngiya mutabakata siyasî û lihevkirina civakî anî ziman. Sererastkirina yasayî, pêşveçûna pêvajoyê, mutabakata siyasî û lihevkirina civakî pêwistiyeke pir girîng e. Serdanên me yên partiyên siyasî dê bidomin. Piştre jî em ê bi Wezîrê Dadê û Serokê Meclîsê re hevdîtinê bikin. Piştre jî em plan dikin ku bi birêz Serokkomar re jî hevdîtinê bikin.”













