• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

    Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

    Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    Hevşaredar Dogan Hatûn ji bo Forûma Aştiyê banga beşdariyê kir

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

Amed / AW

21 KANÛN 2025 - 18:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kesên ku beşdarî Komxebata Civaka Demokratîk û Tenduristiyê bûn anîn ziman ku ew ji vê komxebatê bihêz derketin û gotin “Hêviya me ew e ku xebatên me bi vî rengê bimeşînin û civaka demokratîk ava bikin.”

Komxebata Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê di roja duyemîn de bi dawî bû. Komxebat di roja duyemîn de bi panela “Pergala Tenduristiyê ya Rojava û tecrubeyên komînan” dest pê kir û encamname hat aşkerkirin. Beşdarên komxebatê Mahîr Soylemez û Recep Yolcu li ser komxebatê ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Ev ne tenê bangeke her wiha îdiaya avakirina jiyan û pergalek nuye’

Mahîr Soylemez da zanîn ku bangavaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û civaka demokratîk bi xwe re gelek pêşketin aniye û ev tişt gotin: “Ev bang bandora xwe li ser Rojhilata Navîn û cîhanê çêkir. Ev ne tenê bangeke her wiha îdiaya avakirina jiyan û pergalek nû ye. Tevgera azadiya Kurdistanê xwedî tecrubeyek kûr e. Dixwaze bi vê pêvajoyê tecrûbeya xwe bike rastiyek li ser erdê. Di komxebata “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê”  de mijarek me jî di civaka demokratîk de pêkhateyên qada tenduristiyê bû. Yanê ew sazî û dezgehên ku di qada tenduristiyê de xwe bi rêxistin kirine divê di civaka demokratîk de rol û mîsyonek çawa bigirin ser xwe. Ev hatin nîqaş kirin. Sernavek din entegrasyona demokratîk bû. Dîsa li vir de jî rol, misyon û erkên me çi ne ew hatin nîqaşkirin. Ew jî bi perspektîfa birêz Ocalan perspektîfa “Dubendiya Komûn û Dewletê” hat nîqaşkirin.”

‘Li gor berê em bi hêztir in’

Mahîr Soylemez di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ev nêzî 15 sal in şoreşeke civakî li Rojava heye û ew dixwazin tecrûbeya wir ji xwe re bikin mînak û ev tişt got: “Kesên ku li wir in derbarê rêxistinkirina civakê û rêxistinkirina tenduristiya civakê kêm zêde wek me ne. Em girîngiyê didin tecrûbeyên hemû cîhanê lê bêhtir perspektîfa me û Rojava nêzîk hev in. Ji bo me girîngtir bû ku em di vê pêvajoyê de bêhtir geşedanan derxin xolê. Me xwest em li ser pergala tenduristiyê ya Rojava û tecrûbeyên komunan nîqaşan bikin. Hevalek bijîşk ji Rojava bernameyek amade kiribû bi me re parve kir û li ser wê nîqaş hatin kirin. Ez bi xwe bi vê komxebatê bihêztir bûm. Em bi hevalan re dema diaxivin em wê hêzê dibînin bi rastî. Li gor berê em bi hêztir in. Hêviya me ew e ku xebatên me bi vî rengî bimeşin û civaka demokratîk ava bikin.”

‘Me gelek mijar bi encam kirin’

Recep Yolcu yê ku wek xwendekar beşdarî komxebatê bû anî ziman ku komxebat bi kelecanek mezin hate pêşwazîkirin û wiha axivî: ”Em li ser sernava komxebata ‘civaka demokratîk de tenduristî’ xebat û nîqaşan dikin. Bi her alî ve nîqaşên têr û tijî hatin kirin. Kêmasiyên me çi ne? Em çi dixwazin? Divê em ê çi bikin? Li ser van mijaran em nîqaşan dikin û di civaka demokratîk de rol û mîsyona me çi ye? Bi wî awayî me ev komxebat li dar xist. Bi dawî bu lê belê me gelek mijar bi encam kirin û xebatên me yên bi wî rengî çêbibin.”

‘Pergala me ya tenduristiyê divê êdî bi zimanê dayîkê bibe’

Recep Yolcu di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha domand: “Li ser pirsgirêkên tenduristiyê  axaftin û nîqaş hatin kirin. Gelek tişt di aliyê tenduristiyê de hatin axaftin û bingeha wan mijaran hate avakirin. Ev dawiya komxebata me wek pêşerojeke ne bi dawî dibe em dikarin bibêjin dest pê dike. Em ê pirsgirêkên xwe yên civaka xwe di hêla tenduristiyê de çawa çareser bikin. Mînak em bi zimanê xwe di qada tenduristiyê nikarin biaxivin pirsgirêka herî mezin ev e. Em ser van xalan sekinîn. Daxwaz ew e ku herkes bi zimanê xwe di qada tenduristiyê bikaribe xwe îfade bike û pirsgirêkê xwe bîne ziman. Teqez divê ziman bikeve nav tenduristiyê. Pergala me ya tenduristiyê divê êdî bi zimanê dayikê bibe. Ev tişt nayê qebûlkirin.”

Komxebata tenduristiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: AmedKomxebattenduristî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026
‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

10 GULAN 2026
Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

7 GULAN 2026
Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

5 GULAN 2026
Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

4 GULAN 2026
Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (278)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne