* Muzakerevanê Mandela û hiqûqzan Mohamed Bhabha diyar kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya Mandela pirr dişibin hev û got: “Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e. Li Başûrê Efrîkayê jî gelek tevger hene ku ji bo azadiya wî têdikoşin.”
* Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê banga tevlibûna mitîngê li gel kirin û gotin: “ Werin em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dengê xwe bilind bikin.”
* Mûçeya kêmtirîn a sala 2026an bû 28 hezar 75 lîre. Hevseroka Şaxa Genel Îşê ya DÎSKê ya Hejmara 2yan a Amedê Sabahat Sever diyar kir ku di mûçeya kêmtirîn de wan carek din dîtiye ku xwestekên karker û karmendan nehatiye qebûlkirin û got: “Mûçeya kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye. Bi mûçeya kêmtirîn xwestekên kedkaran nehat cih.”
* Saziyên çand û hunerê yên Amedê li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û MEBYA-DERa Amedê jî li avahiya xwe dê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çile de li Amedê bê lidarxistin, daxuyanî bidin.(11:00-13:00)
* Komîsyona Meclîsê dê di civîna xwe ya 20emîn de xebatên Komîsyonê binirxînê û Prof. Dr. Havva Kok Arslan jî dê gotarek pêşkêş bike. (11:00)
Kirmanckî
Wendekarê Unîversiteya Mûnzurî ameyê pêser û pîya roşanê Gaxanî pîroz kerd. Nînan ra yew zî Nusret Harun o ke Unîversîteye Mûnzurî de zonê kirmanckî û edebîyatî ser wendekarîye keno. Bi kar û xebatê xo wazeno ke şarê ma ziwanê xo ra wayîr vejîyo.









