Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Kongreya Xwe ya Asayî ya 1emîn li Çand Amedê li dar xist. Hevserokê Federasyonê Mahmût Şik bal kişand ser manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin, em bibin yek, yekîtiya xwe pêk bînin û serbikevin.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Ji îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve Kongreya Xwe ya Asayî ya 1emîn li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Giştî Keskîn Bayindir, Hevseroka Partiye Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Giştî Tulay Hatîmogûllari di nav de hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, delegeyên kongreyê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên ku wêneyên “Şêx Seîd, Seyîd Riza, Jîna Emînî, Qazî Mihemed, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seîdê Kurdî” û gotinên wan li ser hatin daliqandin. Her wiha li pişt dîwanê nivîsa “Bi perspektîfa Îslama Demokratîk Em ê civaka demokratîk ava bikin. Hûn bi xêr hatin Kongreya me ya Asayî ya 1emîn” hate nivîsandin. Kongre bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.
‘Divê em bi rêzdarî ligel rêberên xwe bi cih bigirin’
Dû re Mela Mehemed Şen qûran xwend. Dû re Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Mahmût Şik axivî. Mahmût Şik bal kişand ser manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku em berpirsyartiya xwe bi cih bînin tişta ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin.” Mahmût Şik çend ayet ji quranê xwendin û bal kişand ser pirsgirêkên civakî. Mahmût Şik wiha berdewam kir: “Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin bi rêzdarî ligel rêberên xwe bi cih bigirin. Û li hemberî cîhanê em bibin yek, yekîtiya pêk bînin û serbikevin.”

Pişt re dîwana kongreyê hate hilbijartin. Dû re endama federasyonê Dîlan Aydinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye xwend. Piştî peyamê beşdaran li çepikan dan.
‘Em bi Mûaviyeyên sedsala 21emîn re rû bi rû ne’
Dû re Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser kiryarên komên selefî yên ku demên dawî de pêk tên û got: “Rêxistinên weke DAIŞ, El Nûsra û El Kaîdeyê xwe li pişt îslama siyasî diparêzin û got: “Em niha bi Mûaviyeyên sedsala 21emîn re rû bi rû ne. Divê em vê berovajî bikin.” Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Pêdiviya vê erdnîgariyê bi banga birêz Abdullah Ocalan heye. Berpirsyariya me hemûyan e ku em xwedî li vê bangê derkevin. Pirsgirêka Kurd meseleyeke qedîm a vî welatî ye. Weke ku birêz Abdullah Ocalan gotiye divê gavên hiqûqî bên avêtin û qanûnên azadiyê bên çêkirin. Aştiya ku îro pêk were dê rêya aştiyê ya li Sûriyeyê jî veke. Niha li Sûriyeyê xwişk û birayên me yên elewî û durzî tên qetilkirin. Rêveberiya Kurdan a li Sûriyeyê ji bo hemû netew û baweriyan şansekî mezin e. Divê ev şans ji aliyê herkesê ve were nirxandin.”

‘Divê gelê Kurd bikare bi Kurdî îbadeta xwe bike’
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêkên civakî û destnîşan kir ku divê destûr neyê dayîn ku li vê erdnîgariyê bazirganiya dîn were kirin. Tulay Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê gelê Kurd bikare bi Kurdî îbadeta xwe bike. Nahêlin cenazeyên me bên veşartin. Rêza ji mirî re tê girtin beriya her tiştî tê. Lê mixabin rêz nayê girtin. Di vê pêvajoyê de divê dest ji mudaxileyên şîn û cenazeyan bê berdan.”
‘Kesê li dijî zilmê li ber xwe nede ne ji ummeta min e’
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser hadîsa Hz Muhammed a “Kesê li dijî zilmê li ber xwe nede ne jiummeta min e” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Berxwedana li dijî zilmê, edalet, aştî, xwişk û biratî û daxwaza jiyana azad maf e. Têkoşîna ji bo aştî, parastina xwezayê û zimanê Kurdî tê dayîn maf e. Em ji bo di rêya aştî û demokrasiye de jinûve meşaleya heqîqetê vêxin bi rê ketin.” Pişt re Serokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mele Mehemedê Xerzî ji Rojava peyameke bi dîmen şand. Mele Mehemedê Xerzî daxwazên xwe yên serkeftinê ji kongreyê re şandin û silavên xwe pêşkeşî beşdaran kir.
‘Em bi hêvî ne ku aştî û aramî pêk were’
Dû re Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir bal kişand ser pevajoya heyî û wiha got: “Em bi hêvî ne ku di vê pêvajoyê de aştî, azadî û aramî pêk were. Em hawara aştî, azadî û xwişk û biratiyê dikin. Ew kesê li mizgeft, dêr û sînagogan hêvî dikin ku vî dengê me bibihîzin.” Keskîn Bayindir bal kişand ser tirkbûyîn û ola îslamî û wiha domand: “Li Kurdistanê tişteke cuda heye. Çawa ku li aliyê Tirkiyeyê îslam bi Tirkbûnê re paralel diçe li Kurdistanê berovajiyê wê diçe. Wexta behsa nasnameya Kurdbûyînê tê kirin dibêjin ‘Ka bisekine ewilî em nimêja xwe bikin pişt re’. Ev polîtîkayeke biplan e li Kurdistanê tê kirin. Li Tirkiyeyê 90 hezar mizgeft hene bi milyonan mirov îbadetê dikin. Ev saleke pêvajoyeke aştiyê heye. Divê gotinên aştîxwaz li mizgeftan bê gotin lê nayên gotin. Her timnijadperestî, netewperestî, dewletperestî di xutbeyan de tên xwendin.”

Divê pêşî li pirsgirêkên civakî bê girtin
Keskîn Bayindir jî bal kişand ser pirsgirêkên civakî û destnîşan kir ku divê alim, zanyar, rêzan, dayik, siyasetmedar, şaredar pêşiyê li van pirsgirêk û bûyerên civakî bigire. Keskîn Bayindir bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê pirsgirêkên civakî de û bi lêv kir ku soz didin dê vê peyama Abdullah Ocalan pêk bînin.
‘Divê bi awayekî exlaqî civakê ji aştiyê re amade bikin’
Pişt re parlamentera HDPê ya berê Huda Kaya axivî. Huda Kayayê diyar kir ku heke baweriyek ji koka xwe were veqetandin ew bawerî bêesil dibe. Dema bawerî bi wijdanê re bû yek dijî. Bawerî civakê ronî dike.” Huda Kaya destnîşan kir ku niha dîn tê îstîsmarkirin û bal kişand ser zimanê aştiyê. Huda Kayayê bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha domand: “Dema ku aştî pêş dikeve jî ziman nayê guhertin. Divê em li vir zelal bin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka gelekî ye û nikare bi navê ewlehiyê were çareserkirin. Ev yek dikarin biedaletê çareser bibin. Divê bi awayekî exlaqî civakê ji aştiyê re amade bikin. Ji ber ku aştî ne tenê berpirsyartiya dewlet û rêxistinê ye. Di heman demê de karê civakê ye.”

Huda Kayayê bi lêv kir ku jin di aştiyê de ne figuran in kirdeyên aştiyê yên damezrîner in û wiha domand: “Divê di vê pêvajoyê de dengê jinan jî esas were girtin. Aştî mafê me yê herî xwezayî ye. Divê em ol û baweriyê ji çovê desthilatê derxînin. Banga me ew e ku bila êdî ne şer aştî bi rê ve biçe.”
‘Em ê berpirsyartiya xwe pêk bînin’

Pişt re Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn bal kişand ser Peymana Medîneyê û diyar kir ku niha ola Îslamê ji bo berjewendiyan tê bikaranîn. Dogan Hatûn qala pîvanên îslamê û Tevgera Azadiyê ya Kurd kir û got: “Ola îslamê dibêje li ber xwe bide têbikoşe wê aramî û aştî li benda te be. Em dixwazin ji bo hemû gelên di cîhanê de wekhevî pêk were û dixwazin li ser axa xwe ava xwe vexwin. Em doza edalet û aramiyê dikin. Em soz didin ku em ê berpirsyartiya xwe pêk bînin û ev pêvajo dê encam bigire.”
Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) Mela Şewket Çakir û Pastorê Dêra Protestanan a Ermenan a Mêrdînê Ender Peker ji kongreyê re peyamek şandin. Di kongreya bi axaftinan berdewam kir de raporên malî û fealiyetê hatin xwendin. Di kongreyê de Abdullah Sagir û Perva Înal weke hevserokên federasyonê hatin hilbijartin.













