• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 26ê KANÛNA 2025an

Navenda Nûçeyan / AW

26 KANÛN 2025 - 08:00
Kategorî: ROJANE
A A

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Enqereyê Zanîngeh dixwand bi komeke hevalê xwe re biryara vegera Kurdistanê girt û ew biryar bû vejîna gelê Kurd. Me bi Abdurrahman Ayhan ku li Enqereyê bi Abdullah Ocalan re hevaltî kiriye re da pey şopa vêjîna gelê Kurd.

* Ji welat an jî herêmeke ku ji aliyê kesên ne ji wî welatî, ji aliyê kesên biyanî ve tê rêvebirin re mêtingeh tê gotin. Ji ber ku Ocalan jinan wek mêtingeha ewil digire dest û zayendperestiyê jî wek mêtingeriyê pênase dike, diyar dike ku gel an jî neteweyeke ku bixwaze ji mêtingeriyê rizgar bibe pêwîst e ji zayendperestiyê dest pê bike û dibeje; “Heya ku jin azad nebe civak azad nabe.”

* Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş destnîşan kir ku entegrasyon ne windakirina nasnameyê ye, lê belê di bin banê dewleteke demokratîk de avakirina jiyaneke piralî û hiqûqî ye.

* Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdullah Sagir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro pêvajoyekî daye destpêkirin û got: “Divê em hem ji aliyê olî ve hem jî ji her aliyî ve piştgiriyê bidin pêvajoyê û xwedî derkevin. Divê em Serokê xwe bi tenê nehêlin.”

* Roja ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan çû Şamê, hêzên HTŞê li Eşrefiyê û Şêx Meqsûd êrîşî kurdan kirin. Rojnameger Ceklîn Brîmo anî ziman ku ev êrîş ne tesedufî ye û di êrîşan de destê Tirkiyeyê heye.

* Parêzerên ku çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan tên kirin vegotin û dan zanîn ku ji ber girtî li dijî binpêkirinên tên kirin mafê xwe yê îtîraz, gilî kirin û protestoyê bikartînin rastî mûameleyeke nebaş tên kirin.

* Mûçeya kêmtirîn a sala 2026an wek 28 hezar û 75 lîre hate eşkerekirin. Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî mûçeyê da û got: “Ji bo xwe têr zemê dikin lê dema bû dora gel tu dê bejî ji kîsê bavê xwe didin.”

* Bi pêşengiya MEBYA-DERa Amedê dê li navçeya Pasûrê 15 gerîlayên ku di dîrok û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane werin bibîranîn. (12:00)

* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dê li ber kantîna perwerdehiyê ya zanîngehê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskî kom bibin. (12:15)

* Saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên li Wanê dê ji bo rewşa li girtîgehan li pêşiya PTTê daxuyanî bidin. (12:30)

* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir dê di çarçoveya xebatên mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li gundên navçeya Çinara Amedê serdana xelkê bike. (13:00)

* Şaxên OHDê yên Amed û Enqereyê li avahiyên xwe bi boneya banga beşdariya mitînga, “Hevî û Azadiyê” ya li Amedê bê lidarxistin, dê daxuyanî bidin. (13:00)

* Xwendekarên Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Rêya Armûşê dê belgenameyên qedandina kursên Kurdî û Farisî li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê bi merasîmekî werbigirin.(18:00)

* Şeva Yelda dê li Navenda Çandê ya Çand û Hunerê ya Nergîse bê pîroz kirin. (19:00)

* Çîrokbêj Sitî dê bi şiyara “Ji bo mezinan çîrokên rengîn” li Eskîcî Kafeyê ya Wanê Şeva Çîrokan li dar bixe (20:00)

Kirmanckî

* Nuştox Hacî Ozkal dîyar kerd ke edebîyatê zazakî heme raşte de aver şîro, çar lingê hewce yê û wina va: “Mi zî newe newe ferq kerd ke kal û pirikê ma senî qal kenê û nêverdayo kirdkî bimiro; mi zî va qey tena bi qalkerdişî kirdkî nêmireno û gedeyê xo bonderê kirdkî kerdê. La dima mi ferq kerd ke tena bi qalkerdişî ziwanêk aver nêşono. No ser mi zî kewt mîyanê xebatê nê kitaban.”

* Şarê Dêrsimî seba awa verî şonê jiyara Duldilî. Jîyara Duldilî gilê koyî de ra û reyna zî cînî camêrd û kokimî şonê awe anê. Ma înan ra ucreto tewr tay persa. Vanê: “Zulm o û hêsîrîya ma nê welatî de kemî nêbena.”

 

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 9ê GULANA 2026an

9 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 8ê GULANA 2026an

8 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 7ê GULANA 2026an

7 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 6ê GULANA 2026an

6 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 5ê GULANA 2026an

5 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 4ê GULANA 2026an

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ruhê dengbêjiyê biparêzin em ê xetereyan jî kêm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Colemêrg û Wanê meheke girtî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (210)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne