Enqere – Muzîkjen Haşîm Reşadat ku li Navenda Çanda Anatoliyayê perwerdehiya muzîkê dide zarokan, pirtûkeke bi navê “Cîhana Zarokan” ku ji bo perwerdehiya metalofonê ye amade kir. Taybetmendiya pirtûkê ew e ku yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê ya bi Kurdî ye.
Muzîkjen Haşîm Reşadat ku bi eslê xwe ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ya ku li Enqereyê perwerdehiya muzîkê dide zarokan. Haşîm Reşadat ku perwerdehiya Metalofonê dide zarokan, ji bo perwerdehiyê pirtûkeke bi Kurdî jî amade kiriye. Pirtûk li benda çapkirinê ye. Pirtûka bi navê “Cîhana Zarokan” yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê ya bi Kurdî ye. Pirtûk ji helbestên Ferîde Aktaran pêk tê. Her wiha wênesaz Jhaleh Reşhad jî ji bo pirtûkê wêne xêzkirine û dîzaynerê serpel û rûpelan jî Delnia Khadivand kiriye. Pirtûk ji helbest û wêneyan pêkhatiye û bi taybet ji bo perwerdehiya Metalofonê ye.
Muzîkjen Haşîm Reşadat ku 35 sal in bi karê hunerê ve mijûl dibe û hem li rojhilatê Kurdistanê û hem jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên muzîkê kiriye û 5 sal in li Enqereyê dijî tekildarî pirtûka “Cîhana Zarokan” ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Notaya 220 stranan çapkiriye
Haşîm Reşadat anî ziman ku ew li ber destê mamosteyên navdar fêrî muzîkê bûye û li rojhilatê Kurdistanê jî salên dirêj bi karê muzîkê re mijûl bûye. Haşîm Reşadat ku heta niha ji bo perwerdehiya muzîkê 2 pirtûk çapkirine qala xebatên xwe kir û got: “Min helbest û stranên Hîlmî Akyol li gor muzîkê nota kir. Nêzî 220 stranan min notayên wan ji bo perwerdehiyê nivisîn. Ez perwerdehiya muzîkê didim zarokan. Bi taybet jî li ser metalofonê perwerdehiyê didim. Li Rojhilat jî min perwerde dida zarokan. Li vir jî perwerdehiya Metalofonê didim zarokan. Min hertim hewl dida ku ji bo zarokan pirtûkeke Metalofonê ya bi Kurdî çap bikim.”
Yekem pirtûka Kurdî ya Metalofonê
Di berdewama axaftina xwe de Haşîm Reşadat tekildarî pirtûka dawî ya “Cîhana Zarokan” ku yekem pirtûka Kurdî ya Metalofonê ye û li benda çapkirinê ye ev tişt got: “Min ji bo zarokan pirtûkeke metalofonê amade kir. Niha li benda çapkirinê ye. Pirtûkeke perwerdehiyê Metalofonê ji bo zarokan a bi Kurdî tune ye. Ev pirtûka yekêmîn e. Di nava pirtûkê de helbest, stran û wêne hene. Pirtûk, bi taybet ji bo perwerdehiya Metalofonê ye. Êdî xebata pirtûkê qediya ye. Di van rojan de dê bê çapkirin. Zarok li vir ferî Metalofonê dibin û hişa muzîkê pêk tê. Piştî bûn 10 salî, êdî ew dikarin li gor xwe beşeke muzîkê û amureke hilbijêrin. Min hewlda tecrubeyên xwe yên bi salan bi vê pirtûkê ji bo zarokan pirtûkeke perwerdehiyê amade bikim. Pirtuk taybet ji bo zarokan hem muzîk, hem helbest û hem jî bi wêneyan pêk tê. Heke zarokek di wê pirtûkê de fêrî metalofonê bibe, dikare bi xwe bi xwe jî amurên Metalofonê hîn bibe. Dixwazim hem muzîka Kurdî û hem jî zimanê Kurdî fêrî zarokan bikim.”
‘Di hunerê de sînor tune ye’
Di dawiya axaftina xwe de jî Haşîm Reşadat diyar kir ku muzîka Kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e û got: “Muzîka Kurdî pir nebûye akademik. Muzîkeke xwazayiye. Zimanê Kurdî pir dewlemende. Muzîka Kurdî pir bi dewlemende. Li her çar aliyên Kurdistanê jî muzîka Kurdî dişopînim. Berhemên pir dewlemend derdikevin. Kurdistan çar parça ye lê di muzîkê de çar parça tune ye. Di hunerê de sînor tune ne. Di hunerê de çar aliyên Kurdistanê gehiştinê hev. Rojhilat ji bo Rojava berhemên hunerî diafirîne her wiha Rojava jî wisa. Başur û Bakur jî wisa. Di hunerê de sînor tune ne.”
















